NÛÇE

Rojnameger Ataman nehat berdan

Dem : 26 Kewçer 2018 În

Danişîna doza rojnameger Ziya Ataman û 19 kesên pê re li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di encama dozê de heyeta dadgehê biryara berdewamiya rewşa girtî ya Ataman û 8 girtiyan da û doz taloqî 17’ê çileya 2019’an kir

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman di 11’ê nîsana 2016’an de li Wanê hat girtin. Danişîna 4’emîn a doza ku Ataman û 9 jê girtî bi giştî 19 kes tê de tên darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin.

Ataman û girtiyên din, bi îdiayên ‘Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat’, ‘Kuştina bi plan a peywirdarê cemaweriyê’, ‘Hewldana bi plan a kuştina peywirdarê cemaweriyê’, ‘Hewldana kuştina bi qestî ya bi plan’, ‘Bi madeyên teqemeniyê, bi qestî zerardayîna sazî û dezgehên cemaweriyê’, ‘Muxalefeta li dijî qanûna jimara 6136’an’ û ‘Di çarçoveya xebatên rêxistinekê de bêdestûr gerandina madeyên xetere’ tên darizandin.

Nehiştin ku xizmên girtiyan tev li danişînê bibin

Rojnameger Ataman û kesên di dozê de tên darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê ji girtîgehê beşdarî danişînê bûn. Parêzer beşdarî danişînê bûn lê bi hinceta ku salon teng e, xizmên girtiyan û rojnameger negirtin danişînê. Rojnameger Ataman piştî tespîta nasnameyê parastina xwe kir û girtiyên din jîn, parastinên xwe yên berê dubare kirin.

Doz taloq kir

Piştre jî dozger xwest ku rewşa girtî ya Ataman û 8 kesên pê re berdewam bike. Parêzeran jî di parastinên xwe de xwest ku muwekîlên wan bên berdan. Şandeya dadgehê piştî parastinan, biryar da ku girtina kesên girtî berdewam bike û danişîn taloqî 17’ê çileya 2019’an kir. ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê