CÎHAN

Rewşa koçberan bû mijara bazirganiyê

Dem : 22 Pûşper 2018 În

Şêwermenda Almanya Angela Merkel rewşa koçberên Sûriyeyê yên li herêmê û li Urdun û Lubnanê bi qiralê Urdunê Ebdullahê Duyemîn re gotûbêj dike.

Şêwermenda Almanya Angela Merkel di serdaneke fermî de gihîşt Umanê û bi qiralê Urdunê Ebdullahê Duyemîn re civiya û rewşa koçberên Sûriyeyê li herêmê û têkliyên hevkariyê û dosyeyên herêmî yên niha gotûbêj kirin.

Li rex Şêwermenda Almanya Angela Merkel hejmareke parlemanteran û karsazên Alman hebûn. Şandeya Almanya ji aliyê rayedarên sivîl û leşkerî û sefîrên herdu welatan ve li balefirgeha Marka ya leşkerî hate pêşwazîkirin.

Merkel dê li Uman û Beyrûtê rewşa koçberan û bi taybet koçberên Sûriyeyê li herêmê û Urdun û Lubnanê gotûbêj bike. Tê payîn ku Merkel ji Urdunê berê xwe bide Beyrûtê.

Almanya alîkariya Urdunê dike ku pêşwaziya bêtirî 650 hezar koçberên Sûriyeyê yên li ba Netewên Yekbûyî hatine qeydkirin dike. Urdun diyar dike ku nêzî 1.4 milyon welatiyên Sûriyeyê li Urdunê dijîn. BERLÎN

Albuma Nûçeyê