NÛÇE

Rêveberiya Efrînê bang li cîhanê kir

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê der barê kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser gelê Efrînê daxuyaniyek da. Rêveberiyê bang li Yekitiya Ewropayê (YE), Konseya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên navdewletî kir ku dawiyê li dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bînin da ku gelê Efrînê vegere ser axa xwe.

Daxuyanî bi tevlêbûna nûnerên desteyên rêveberiya xweser, rêveberên komunan, endamên meclisan û Kongreya Star daxuyanî li kampa Berxwedan hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî dewleta tirk û çeteyên wê yên terorîst Efrîn dagir kirin, siyaseta koçberkirina bi darê zorê li Efrînê xistine meriyetê. Rêveberiyê got ku ji ber vê siyasetê jî sivîlên li Efrînê berê xwe didin kantona Şehbayê. Rêveberiya xweser bêdengiya civaka navdewletî ya li dijî van pêkanînan jî şermezar kir.

‘Komploger bûn sedema derbederbûnê’

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Efrînê bi derfetên pir kêm ên jiyanî li kantona Şehbayê hewldidin jiyana xwe bidomînin û wiha berdewam kir: “Jiyana xwe di xaniyên hilweşiyayî, mayînkirî û di kampan da didomînin. Tevî vê yekê jî tu piştgiriyeke navneteweyî nayê dayîn. Ev yek di encama komployê de pêk hat. Komplogerên ku bûn sedema derbederkirina gelê Efrînê, niha jî heman planan didomînin. Bi rêya şerê taybet dixwazin tirsê bixin nava gelê ku ji bo rizgarkirina Efrînê li ber xwe dide.”

‘Ji ber kiryarên hovane gelek kes mir in’

Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê wiha bidawî bû: “Roj bi roj ev çembera li ser gel bi girtina rêyan û rênedana debasbûna alavên jiyanî bêhtir tê tengkirin. Ji ber vê siyasetê jî piraniya wan jin û zarok, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Lê tevî vê yekê jî rêxistinên mirovî, yên alîkariyê û hiqûqî bêdeng in. Em bang li YE, Komîseriya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên mirovî dikin ku bi erka xwe rabin. Em bang dikin ku vegera gelê Efrînê mîsoger bikin û dawiyê li dagirkeriya dewleta tirk bînin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê