NÛÇE

Rejîma Îranê agir berda çiyayê Şaho

Dem : 07 Kewçer 2018 Yekşem

Rejîma Îranê di çarçoveya lihevkirina bi rejîma faşîst a dewlet tirk re êrîşên xwe yên li dijî gelê rojhilatê Kurdistanê zêde kirin. Di vê çarçoveyê de jî li gelek herêmên Sineyê operasyonên leşkerî da destpêkirin. Li gorî agahiyan, di encama topbarana hêzên rejîmê de şewat bi çiyayê Şaho ket

Di demên dawî de êrîşên dewleta tirk û Îranê yên li dijî gelê kurd zêde bûn. Bi taybet jî piştî lihevkirina di navbera dewleta tirk û Îranê ya di civîna Tehranê de, ev êrîş her ku diçe jî girantir dibin. Ji bo valakirina bejahiya bakur û rojhilatê Kurdistanê her du rejîmên faşîst jî bi taybet daristanên Kurdistanê dişewitînin.

Li hêlekî dewleta tirk ji Dêrsimê heta Amed, Şirnex, Çewlik, Colemêrg û gelek deverên din û li hêla din jî rejîma Îranê herêmên rojhilatê Kurdistanê dişewitîne. Rejîma Îranê ku di demên dawî de sewqiyeteka mezin a leşkerî ber bi herêmên Rojhilat ve dike, rojane agir ber dide daristanên Rojhilat. Li gorî agahiyan, Supay Pasdaran a Îranê bi îdiaya tedbîqata leşkerî çiyayê Şaho topbaran kir.

Herêm li welatiyan qedexe kir

Welatiyên herêmê têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku di encama topbarana hêzên rejîmê de agir bi daristanên li Çiyayê Şaho ketiye. Her wiha hêzên leşkerî yên rejîmê herêm li hatin û çûna welatiyan re jî qedexe kiriye. Hêjayî gotinê ye ku çend roj berê Supay Pasdaran li Kele heta Tene û Kosalenê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. SINE

Albuma Nûçeyê