CÎHAN

Rejîm amadekariya operasyonê dike

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Hêzên rejîma Sûriyeyê li rojavayê bakurê welat li Idlibê bi rêya hewayî belavok avêtin. Di belavokan de wiha tê gotin: ‘’Şer bi dawî dibe. Em bang li we dikin ku bi weke welatiyên sûriyeyî tev li nav peyman lihevkirinê bibin.” Tirkye li idlibê parastina çeteyan dike

Rejîma Sûriyeyê xwe ji bo operasyona Idlibê amade dike. Hêzên artêşê ji hewayê ve belavok avêtin û bang li şêniyan kir ku teslîm bibin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê li rojavayê bakurê welat li Idlibê bi rêya hewayî belavok avêtên ser bajar. Di belavokan de wiha hatiye gotin: “Şer bi dawî dibe. Em bang li we dikin ku weke welatiyên sûriyeyî tev li nav peymana lihevkirinê bibin. Hevkariya we ya bi artêşa Sûriyeyê re dê we ji rêveberiya milîtan û terorîstan rizgar bike, dê jiyana we û malbata we biparêze.’’

Hikûmeta Sûriyeyê got komên çekdar ku hurmetê ji dewleta hiqûqê re bigirin dê peymanên lihevkirinê û efûyê ji bo wan bikeve meriyetê. Komên li gorî vê divê çekên xwe radest bikin. Idlib yek ji wan herêmên mezin e ku komên çekdar lê ne. Çete rasterast bi rejîma Enqereyê re têkildar in. Hedefa operasyona rejîmê Idlib e. Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê herêmên din serweriya xwe ava kir. Komên çekdar ên ku ji van herêman reviyan an jî hatin tehliyekirin xwe li Idlibê girtin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê rejîmê ji bo operasyoneke pêkan a li hember Idlibê hêzên teqwiye şandin. Neteweyên Yekbûyî jî bal kişand ser encamên însanî yên operasyoneke pêkan. Tê gotin li Idlibê 2 milyon û nîv mirov hene. Tirkiyeya ku çeteyan diparêze, dixwaze di ser Rûsayayê re  operasyonê asteng bike. ŞAM

Albuma Nûçeyê