JIN

‘Rêber Apo çareseriya hemû qeyranan e’

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Rêvebera Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Starê Eliya Olgo der barê tecrîda li ser Ocalan axivî. Olgo diyar kir ku daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî û wekheviyê ye û çareseriya hemû qeyranên li Rojhilata Navîn e

Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê jî qedexe kiriye.

Têkildarî vê mijarê Rêvebira Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Starê Eliya Oglo tecrîda li ser rêberê Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ji 2011’an ve dewleta tirk tecrîd li ser rêber Apo daye meşandin. Ev tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin dibe sedema krîza li Rojhilata Navîn, ji ber ku rêber Apo mifteya çareseriya vê qeyranê ye.”

Olgo da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan sûcek li ser tevahî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo azadiya gelan heta vê rojê li ber xwe daye. Ji ber vê jî erka her mirovekî ew e ku xwedî li Rêber Apo derkeve.”

Her wiha Olgo diyar kri ku daxwaza azadiya Ocalan daxwaza demokrasî, aştî û wekheviyê ye û wiha bi dawî kir: “Rêberê me ji bo azadiya jinan û civakê her di nava têkoşînê de ye, lewma tecrîda li ser rêbertî tecrîda li dijî tevahiya mirovahoyê ye. Dewleta tirk a ku bi talankirin, tecawizkirin û kuştinê hate naskirin û li gel ku ev yek li Efrînê bi awayekî zelal tê xuyakirin jî dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan der barê van êrîşên dewleta tirk de bêdeng in. Em ê li ber xwe bidin heta ku em bigihîjin daxwaza azadiya Rêber Apo.” TIL TEMIR

Albuma Nûçeyê