NÛÇE

Rayedarên AKP’ê wekî nanê sêlê ne!

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

 

Omer TUR/ AMED

Axaftina Wezîrê Çand û Turîzmê Nûman Kûrtûlmûş a ‘Zimanê kurdî wekî şîrê dayikê li kurdan helal e’ rastî bertek û nerazîbûna tûnd a amediyan hat.

Welatiyên ku ji e-rojnameyê re axivîn, dan zanîn ku ji ber nêzîkbûna hilbijartina 24’ê hezîranê rayedarên AKP’ê careke din durûtiya xwe nîşan didin û gotin yên saziyên çapemeniyê (tv, radyo, rojname) û dezgehên kurdî girtin û navên navdarên kurd ji ser tabelayan birin ji ber kurdan careke din bixapînin dest bi axavtinên bi vî rengî kirine. 

'Dixwazin kurdan bixapînin'

Orhan Çolakê ku bi eslê xwe tirkê Bîlecîkê ye û bi salan e li Amedê dijî diyar kir ku rayedarên AKP’ê serê sibê bi şiklekî û êvarê jî berovajî wê diaxivin û got ku wekî nanê selê ne û ji tevgera xwe qet şerm nakin û wiha got: “Ji ber ku hilbijartina 24’ê hezîranê nêzîkbûye dixwazin hin kurdan bixapînin û deng ji wan werbigirin, lê kurd êdi gelekî polîtîze bûne û hay ji xwe hene. Dê kes deng nede wan.”

Jina esnaf Bêrîtan Akgun jî da zanîn ku rayedarên AKP’ê ji bo di 24’ê hezîranê de deng werbigirin gotinên bi vî rengî dikin û diyar kir ku ew van kesan baş nas dikin.

Akgun bang li tevahî kurdan kir û xwest ku li hemberî durûtiya wan her kes biçe ser sindoqan û bersiva pêwist bidin wan. Suleyman Çakmak jî balkişand ser hebûna gelê kurd û got ku li gel hemû girtina rojnameyan, saziyên çapemeniyê û dezgehên kurdî û wiha got: “Kurd kesên ku hebûna wan jî qebûlnakin baş nasdikin. Wê bê bîra we Serokwezîrê demê Erdogan gotibû ‘Ger hûn nefikirin kurd tune ne’ û xwest kes neyê xapandin û dengê xwe nede AKP’ê.”

Albuma Nûçeyê