POLÎTÎKA

Rawest: AKP qels bûye

Dem : 27 Pûşper 2018 Çarşem

Kadrî ESEN/AMED

Rêveberê Navenda Lêkolînên Însanî û Siyasî yê Rawestê Roj Esîr Girasûn anî ziman ku bi encamên hilbijartinê derketiye holê ku AKP’ê li gorî encamên refarandûma 16’ê nîsanê ya 2017’an li bakûrê Kurdistanê dengê xwe kêm û HDP’ê jî dengên xwe zêde kiriye

Hilbijartinên 24’ê hezîranê ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng dihatin dîtin, bi dek û dolabên serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bi dawî bûn. Di encama dek û dolabên ku kirin de Erdogan careke din ji bo serokkomariya Tirkiyeyê hat hilbijartin. Her wiha di hilbijartinê de li gel hemû astengiyan HDP’ê jî benda hilbijartinê derbas kir, bi rêjeya ji sedî 11.70 deng girt û bû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Însanî û Siyasî yê Rawestê Roj Esîr Girasûn têkildarî encamên hilbijartinê ji rojnameyê me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Gîrasûn destpêkê diyar kir ku beriya hilbijartinê têkildarî hilbijartinê 2 anket çêkirine û encamên anketên wan û encamên hilbijartinê nêzî hev derketine. Gîrasûn da zanîn ku bi encamên hilbijartinê derketiye holê ku AKP’ê li gorî encamên refarandûma 16’ê nîsanê ya 2017’an li bakûrê Kurdistanê dengê xwe kêm û HDP’ê jî dengên xwe zêde kiriye.

AKP qels bûye

Gîrasûn destnîşan kir ku AKP bi encamên heyî li bakûrê Kurdistane qels bûye û dengê wê ji MHP’ê re çûne û wiha got: “Li bajarên mîna Riha, Wan, Mûş, Mêrdîn û Bedlîsê welatiyên ereb û tirkmen li şûna AKP’ê dengê xwe dane MHP’ê. Ji ber vê yekê dengê MHP’ê li bakurê Kurdistanê zêde bûye.”  Gîrasûn bal kîşand ser serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de û wiha pê de çû: “Krîtera serkeftinê ya 7’ê hezîranê ya siyaseta kurd şaş e. Divê serkeftin li gorî vê yekê neyê raberkirin. Li gorî hilbijartinên beriya pêvajoya aştiyê HDP’ê dengê xwe zêde kiriye û ev yek ji bo partiyeke siyasî serkeftine.” 

Gîrasûn bi bîr xist ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê asta neteweyî ya di nav kurdan de bilind bûye û ji ber vê yekê kurd li HDP’ê vegeriyane. Gîrasûn got ku li gorî encamên hilbijartinê diyar e ku çepgirên tirk vê carê pirtir dengên xwe dane HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Bi vê yekê re rexneyên kurdên netewperwer ku digotin HDP çepgirên tirk bi dengê kurdan dibe parlamentoyê vala derket. Çepgirên tirk vê carê bi rastî jî dengê xwe dane HDP’ê. Nîşaneya vê yekê jî zêdebûna dengên HDP’ê ya li bajarên Tirkiyeyê ye.”

Polîtîkayên ewlehî hê pirtir bikevin dewrê

Girasûn kêmbûna dengê namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî nirxand û diyar kir ku ji ber kurdên elewî dengên xwe dane nazmetê serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce dengê Demîrtaş kêm bûne û wiha axivî: “Li bajarên mîna Dêrsîm û Semsûr ku kurdên elewî li wan dijîn, li gel ku dengên HDP’ê ji yên CHP’ê zêdetirin jî dengên Înce ji yên Demîrtaş zêdetir derketine. Faktoreke din jî hin hilbijêrên HDP’ê ji ber ku Înce pirtir nêzî serkeftinê dîtine dengê xwe li şûna Demîrtaş dane Înce.”

Gîrasûn herî dawî destnîşan kir ku li gel serkeftina HDP’ê jî encama ku derketiye holê ji bo kurdan ne bi xêr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi encama derketî holê dê AKP polîtîkayên ewlehiyê hê pirtir derxe pêş û dibe ku operasyona Qendîlê bide destpêkirin. Mîna beriya niha piştî hilbijartinên herêmî careke din dest deyne ser şaredariyên kurdan û kesên girtî yên îhtîmala berdana wan hebû ji holê rake. Ji ber van sedeman encama ku îro derketiye holê ji kurdan re ne bi xêr e.”

Albuma Nûçeyê