ÇAND Û HUNER

Rawêj astengiyan nas nake

Dem : 05 Sermawez 2018 Duşem

Berhem LATÎF / SILÊMANÎ – ROJNEWS

Ciwanê bi navê Rawêj Osman ji bûyîna xwe ve destek wî nîne lê dixwaze bibe wênekêşek serkeftî. Niha wênekêşiyê dike û diyar dike ger mirov bixwaze tiştek nabe asteng ji bo xewnên mirov.

Rawêj Osman di sala 1994’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û li Silêmaniyê beşa teknîkê xwendiye. Ev 6 sal e karê wênekêşiyê dike, heya niha di nava 5 pêşangehan de cihê xwe girtiye û xwedî pêşangehek taybet e. Rawêj got ku wênekêşî di nava civaka wan de hinek zehmet e û wiha pê de çû: “Dibe ku ji bo min hinek astengî hebin, bi taybetî di hilgirtina kel û pelan de. Lê ez vê nakim hincet, ji ber ku armanca min ew e ez bibim wênekêş. Ez bi destek im, lê ev ji bo min nabe asteng. Ji ber ku ger mirov bixwaze û bi xwe bawer be mirov dikare her tiştî bi dest bixe.” Rawêj di sala 2017’an de xelata wêneyê herî baş li Herêma Federal a Kurdistanê girtiye. Îsal jî bi wêneyên xwe beşdarî pêşangeha wêneyan a her çar parçeyên Kurdistanê ku li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê çêdibe kiriye.

Di nava 6 salan de Rawêj Osman bi dehan caran ji bo wênekêşanê derbasî navçeyên Şarbajêr, Balekayetî û Hawraman bûye. Êdî xwestek û heskirina wî kiriye ku tu astengî nas neke, fikrên wî tenê li ser girtina wêneyan e. Rawêj di dewamê de wiha behsa destpêkirina wênekêşiyê kir: “Min gelek temaşeyî bernameyên coxrafî dikirin. Min dixwest ez jiyana lawiran û xwezayê temaşe bikim. Piştî wê min xwest ez vê yekê bi xwe bikêşim, min wênekêşek kirî. Cara yekem min li Parka Dayik a bajarê Silêmaniyê dest bi wênekêşiyê kir. Ji ber ku destekî min heye gelek caran di nav civakê de hatim rexnekirin. Lê bi yekdestbûnê ez aciz nabim, ez bi nêzîkatiyên civakê aciz dibim. Min carek xwest ez wêneyek bigrim, welatiyek hat û ji min re got ji bo çi tu wêneyê me digrî. Min jî got ez wêneyê we nagrim, ew welatî ji min re got ku destek yê tejî nîne. Min jê re got rast e destekî min nîne, lê aqilê min heye ku ez bikarim karê xwe bikim. Baweriya min bi min heye, ger bawerî hebe mirov dikare her tiştî bi ser bixe.” Rawêj Osman ji bilî karê wênekêşiyê di gelek cihên din de dixebite. Rawêj di beza 100, 200 û 400 metrî de jî bûye yekemîn.

Albuma Nûçeyê