NÛÇE

Rapora îşkenceya li Şemzînanê: Leşkeran xwestiye şêniyan bikujin!

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Bi armanca lêkolînkirina îşkenceya ku hêzên dewleta tirk li Şemzînana Colemêrgê li ser welatiyên herêmê kirin, buroyên Kurdistanê lêkolîn kiribûn. Piştî lêkolînan jî heyeta ku ji buroyan pêk dihat rapora xwe amade kir. Heyetê di rapora xwe de îşkence piştrast kir û diyar kir ku hêzên artêşa tirk bi daxwaza kuştinê îşkence li welatiyan kiriye.

Di 31’ê gulana 2018’an de hêzên artêşa tirk li bejahiya gundê Korgana yê Şemzînana Colemêrgê  êşkence li şêniyan kiribû. Di dema îşkenceyê de leşkeran bi qûndaxên çekan li şêniyan xistibûn, gelek caran serê wan xistibûn avê û îşkenceya giran kiribûn.  Ji bo lêkolînkirina bûyerê jî heyeteke ku ji baroyên Amed, Wan û Colemêrgê pêk dihat jî çûbûn cihê bûyerê.

Têkildarî mijarê heyet bi her 4 welatiyên ku rastî îşkenceyê hatibûn re civiya. Di heman demê de heyetê xwest ku bi Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê re jî hevdîtinekê bike lê ev daxwaz hate redkirin.

Di rapora heyetê de ev tesbît hatin kirin:

1- Li bejahiya gundê Korganê li welatiyan îşkence hatiye kirin û ev herêm jî ‘herêmeke qedexe’ nîn e.

2-  Ji 5 îşkencekaran yek jê rayedar e û ji baregeha leşkerî ya li herêmê hatine.

3-  Îşkence ne li 2 kesan, li 4 kesan hatiye kirin.

4- Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Erebî û Mûhsîn Çavşî bi dar û qûndaxên tifingan hatine derbkirin. Leşkeran gelek caran serê Nasir Taş xistine nav avê û derxistine.

5- Nasir Taş bi giranî birîndar bûye û bi derfetên xizmên birîndar ew rakirine nexweşxaneyê. Leşkeran ji xizmên Taş re gotine ku ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.’

6- Bêrîvanên gund û xizmên birîndaran dema ku xwestine biçin cihê bûyerê, heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin.

7-  Kesên ku îşkence kirine ji aliyê mexdûran ve hatine teşhîskirin.

8- Ewraqên ku di dosyeya lêpirsînê de ne, ligel daxwaza parêzeran nehatiye teslîmkirin.

9- Leşkerên îşkencekar ligel ku hatine teşhîskirin jî hêj di der barê wan de dozek nehatiye vekirin û li ser kar in.

10- Di hundirê salekê de di serî de li Şemzînanê, li herêmê bûyerên îşkence û kiryarên dermirovî zêde bûne.

11- Li gorî xala 95’emîn a TCK’ê, îşkenceya li Şemzînanê dikeve çarçoveya sûcê giran ê îşkenceyê ku talûkeya jiyanî li ser welatiyan çêkiriye.

‘Îfadeya şahidan nehatiye wergirtin’

Di beşa encam û pêşniyaza raporê de jî hat destnîşankirin ku îfadeyên şahidên bûyerê nehatiye girtin, mînaka dosyeya lêpirsînê pêşkêşî parêzerên mexdûran nehatiye kirin û mexdûrên ku bi tirkî nizanin jî bêyî wergêr û parêzer beyana wan hatiye stendin.

‘Heyetê bang li hikumetê kir”

Di dawiyê de jî heyetê xwest ku têkildarî kiryaran divê biryara girtinê were dayîn, lêpirsîneke rêveberî were vekirin û heta ku ev lêpirsîn bidawî bibe jî divê peywira kesên îşkencekar bê sekinandin, ji bo kesên mexdûr divê şertên tedawiya fizîkî û derûnî were avakirin. Heyetê bang li hikumetê kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî çênebe, bila îradeyeke xurt derxe holê. COLEMÊRG

Albuma Nûçeyê