CÎHAN

Rakêşiya navbera NATO û Rûsyayê didome

Dem : 04 Pûşper 2018 Duşem

Rojnameya almanî Die Welt di nûçeya xwe de nivisî ku NATO bi îdiaya ‘metirsiya Rûsyeyê’ ji bo rewşên bi kêşe dê 30 hezar leşkeran li rojhilatê Ewropayê bi cih bike. Endamên komîsyona Rûsya-NATO, li ser kêmkirina rakêşiya li Ewropayê axivîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Die Weltê, ku spartiye çavkaniyên ji Brukselê, NATO li ser îhtimala êrîşeke Rûsyayê dê li rojhilatê Ewropayê hêzek ji 30 hezar leşkeran pêk tê, bi cih bike. Hat diyarkirin ku di çarçoveya planê de her wiha dê bi sedan balafir û keştiyên şer jî werin şandin.

Ev hêzên tên bicihkirin, dê li herêmê piştgiriyê bide Hêza Bersivdayînê ya NATOyê (NRF) ku ji 20 hezaran pêk tê û ji bo îhtimala metirsiyê dê karibin di nav 30 rojan de werin amadekirin. Ev plana ku tê diyarkirin li pişt wê Amerîka heye dê hefteya bê li Brukselê di civîna NATO’yê de were nîqaşkirin. BERLÎN

Albuma Nûçeyê