JIN

RAJIN Deniz Firat bi bîr anî

Dem : 10 Tebax 2018 În

Koordîsyona RAJIN’ê rojnameger Deniz Firat ku 2014’an li Mexmûrê di êrîşa DAIŞ’ê de şehîd bû, bi daxuyanekê bi bîr anî. RAJIN’ê got ku ew sond dixwin ku rêça azad a bexwedêr a ku Deniz Firat hiştiye bişopînin û bi pêş ve bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Firat bûye xwedî hişmendiya ku teslîmî mêtingeriyê nebe û wiha hat gotin: “Rêwîbûna rêya azadiyê daye ber xwe, mîrateya çapemeniya jina azad Ş. Gurbetellî Ersoz ku bi qelem, çek, dil û mêjiyê xwe bûye sembola berxwedaniya azadiyê, dewr girtiye. Hevrêya me Ş.Deniz Firat li dijî her cure neheqî, êrîş û pergala mêtinger a dewleta tirk a li ser kurdan, jinan û baweriyan ji zaroktiya xwe ve li ber xwe daye û rûyê tarî yê DAIŞ’ê ku rêxistiniya herî barbar, hov a dewleta tirk bû, nîşanî cîhanê daye.”

Her wiha RAJIN’ê da zanîn ku dê li ser rêya Denizan bimeşin û wiha bi dawî kir: “Di sala 5’an de em careke din hevrêya xwe Ş. Deniz Firat û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, em sond dixwin ku rista xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan de pêk bînin.” BRUKSEL

Albuma Nûçeyê