NÛÇE

Qursên Quranê bûne xefika cemaetan

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Bi desthilatdariya AKP’ê re li Wanê hejmara wargehên cemaetan û qursên Quranê gelekî zêde bûne. Bi taybetî karê cemaetên pêwendiya wan bi DAIŞ’ê re hene zêde bûne. Bi navê qursên Quranê zarok û ciwanên 7 salî heta 15 salî ji aliyê rêxistinên olperest ve têne perwerdekirin.

Hema bêje li her kolanên Wanê bi taybetî li taxên ku welatparêz lê ne şaxeke van komeleyan heye. Wargehên xwendekaran ên ÎHH, ÎHYA-DER, Başak-Der, Nakşîbendî, Suleymanî û gelek cemaetên din hene. Ev komeleyên ku li Wanê kar dikin, sala 2014’an di dema êrîşa li ser Kobanê piştgirî dabûn çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber vî karê qirêj ê cemaetan hin malbatan zarokên xwe ji qursên Quranê derxistin. Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku karê DAIŞ’ê û rêxistinên mîna wê roj bi roj zêde bûne û xwest malbat li dijî vê yekê haydar bin. WAN

Albuma Nûçeyê