NÛÇE

Qurbaniyên demokrasiyê hatin bibîranîn

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Kesên ku di Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber gara Enqereyê jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn. Polîsan derdora garê dorpêç kir û hemû rêyan girt. Tevî hemû astengiyên polîsan jî malbat û nûnerên saziyan bîranînê li dar xist û li cihê komkujiyê yên jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn. Welatiyên derdorê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û wiha gotin: “Roja komkujiyê hûn li ku bûn?”

Di navbera malbatên qurbaniyan û polîsan de rageşî qewimî. Polîsan gaza îsotê reşand malbatan. Parlamenterên HDP û CHP’ê ketin navberê û rageşî bi dawî bû. Piştî vê rageşiyê hemû kesî berdan qadê. Welatiyan bariyerên polîsan xera kirin û dirûşmên ‘Qatil DAIŞ hevkar AKP’ û ‘Dewleta qatil sê hesab bide’ berz kirin. Di axaftinên bîranînê de hat diyarkirin ku heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin dê têkoşîna wan bidome û gotin ku dê tu carî qurbaniyan ji bîr nekin.

Piştî daxuyaniyê xizmên qurbaniyan qurnefilan danîn ber peykerê ji karton çêkiribûn.

Li gelek bajaran bîranîn

Her wiha qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li gelek bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Edene, Hatay û Riha hatin bibîranîn. Di bîranînan de soz li qurbaniyan hat dayîn ku heta berpirsên komkujiyê derkevin holê û edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji aliyê din ve polîsan li Wanê êrîşî girseya ku komkujiyê şermezar dikirin, kirin û 11 kesan binçav kirin. ENQERE

Albuma Nûçeyê