ÇAND Û HUNER

Qeyûmên AKP’ê dîroka Kurdistanê tune dikin

Dem : 25 Kewçer 2018 Pêncşem

Qeyûmê hikûmeta faşîst Atif Çîçeklî talana xwe ya li navçeya Artêmetan a Wanê didomîne. Çîçeklî ku demek berê li goristana ermenan destşo çêkiribû, niha jî hewldide ku li ser Keleha Artêmetanê kafeterya û restorantê çê bike. Keleha Artêmetanê tevî ku qada sîteyê ye jî talanker Çîçeklî bi rehetî herêmên dîrokî li ber rantê vedike

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ku di çarçoveya şer de hebûna gelê kurd û Kurdistanê hedef digire, bi destê walî, qeyûm û hêzên artêşê civak, xweza, dîrok û çanda gelê kurd hedef digire. Qeyûmên ku li şûna hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine tayînkirin, bi pêkanînên xwe dîroka gelê kurd hedef digirin. Di vê çarçoveyê de jî herêmên weke Heskîf û Keleha Wanê bi rêbazên cuda tên tunekirin.

Qeyûmên hikûmeta faşîst a ku Sûlava Bêgirê ji bo 49 salan kirê kirin û li Artemêtan a Wanê goristana ermenan gemarî kirin, bi her awayî hewl didin dîrok û xemla bajarên kurdan talan bikin. Yek ji van talankeran jî qeyûmê Artemêtanê Atif Çîçeklî ye. Talanker Çîçeklî li ser goristana ermenan destşo çêkiribû û tevî ku Wezareta Çand û Tûrîzmê ya biryara hilweşandina vê destşoyê jî, gotibû, 'Goristaneke din hebe ez ê li wir jî destşoyê çêbikim' û destûr nedabû ku destşo bê rakirin. Talanker Çîçeklî niha jî çav berdaye Keleha Artemêtanê.

Keleh cihekî dîrokî û bedew e

Talanker Çîçeklî ji bo Keleha Artemêtanê projeyek amade kir û ji bo çêkirina kafeterya û restoranê karê înşaetê da destpêkirin. Der barê mijarê de serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik axivî û anî ziman ku keleha navborî cihekî dîrokî û bedew e ku her tûrîstê tê Wanê dixwaze bibîne. Kalçik anî ziman ku Gola Wanê ji wê derê xweş tê dîtin û wiha domand: “Li aliyekî mirovan çiyayê Artosê, li aliyê din jî çiyayê Sîpanê. Nabe ku mirov dest bidin hin deverên dîrokî.”

Nabe ku înşaet lê bê çêkirin

Kalçik got ku nabe ku li wir dêr an jî mizgeft bê çêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karê ku tê kirin ranta ji bo çend derdorane. Berhemên dîrokî nirxên hevpar ên gel in. Kafeteryayê lê çêdikin. Dibe ku sibe rabin ji mirovên serdana kelehê dikin pere jî bixwazin. Ew der qadeke sîtê ye, bi ser Midûriyet Tûrîzmê ya Çandê û Desteya Parastina Hebûnên Dîrokî ye. Nabe ku înşaet lê were çêkirin. Em ê serî li dadgeriyê bidin." WAN - ANF

Albuma Nûçeyê