POLÎTÎKA

Qeymeqam ji AKP’ê pirtir dixebite!

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Walî û qeymeqam li bajarên Kurdistanê xebatên hilbijartinê ji rêveberên AKP’ê bêtir bi rê ve dibin. Li navçeya Çingûşê ya Amedê qeymeqemê navçeyê Mehmet Durgut esnafên navçeyê ziyaret kir û belavokên AKP’ê li esnaf û welatiyan belav kir.Her wiha namzedê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel rêveberên HDP’ê çû Çingûşê, esnaf û gel ziyaret kir. HDP’î ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘em ewlehiyên we temîn dikin’ bi maşîneyên zirxî û fermî şopandin. HDP’iyan da zanîn ku polîs li navçeyê zextê li ser welatiyan dikin.

Dîsa makarne belav kirin

AKP wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî dest bi belavkirina zexîre kir. Serokatiya Baskê Ciwanan a AKP’a Îdirê dest bi belavkirina zexîreyan kirin. Serokatê Baskê Ciwanan Ridvan Yeşîl wêneyê belavkirinê di medya civakî de parve kir û îdia kir ku ev alîkarî ji aliyê karsazek xêrxwaz ve pêk hatiye. AMED

Albuma Nûçeyê