ÇAND Û HUNER

Qey sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Luqman GULDIVÊ

Havîna sala 2003´yan li bajarê Franseyê Rennesê mijara Festîvala Sînemayê kurd bûn. Di festîvalê de piştî nîşandana filmê xwe, Behman Qûbadî jî weke qiseker di panelekê de amade bû û behsa fîlma kurd û hunerê dikir. Dema ku behsa huner û sînemayê kir, bi îhtîmam îşaret pê kir ku ji bo hunerê, serxwebûna ji siyasetê girîng e û divê huner û sînema xwe dûrî siyasetê bidin û da nav. Heta gihîşt wê radeyê ku bibêje, lawaziya herî li pêş a sînemaya kurdî siyaset û siyasîbûn e. Lê axaftina wî kir ku wergêra hingê dev ji wergerê berde û jê re bibêje, naxwe tu dibêjî sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?

Bersiveke ku Behman Qûbadî bide vê pirse helbet nebû. Li aliyê din jî jixwe Qûbadî bixwe, êdî di çarçoveya Îranê de “tenê” filmên “siyasî” çêkirin. Li vir ez bibêjim, ez ê paşê li vê têgeha “siyasetê” û têkliya wê ya bi hunerê re tê danîn vegerim. Lê niha ez li ser rêya miameleya bi hunerê re weke tiştekî derveyî siyasetê dewam bikim. Li vir siyaset weke siyaseta bendê tê dîtin, ango ya partiyên siyasî. Mirov çavên xwe lê miç dike ku siyaset tiştekî ji bendan û wêde be. Ev têgihiştina li huner wisa dike ku carinan nexasim jî aliyên entelektuel kor bibin li rastiya hebûn, peydabûn û bipêşketina hunerê.

Ev korbûna hanê di nav kurdan de bêhtir xwe dide der. Sedemên vê yên cihê û taybet bi kurdan hene. Yek ji wan sedeman ew e ku bendên siyasî gelek caran hewl dane ku li ser huner û hunermendên yekdestdariyeke nisbî ava bikin. Ev hewldan ji rêûresma heyî nav civaka kurd û ya rastî ya seranserê dinyaya “medenî” ne qut e. Beriya bi hezar salî li Kolnê çawa ku huner para bêhtir girêdayî dîwana melîkekî yan jî mîrekî bû, li Bexdayê çawa bi heman rengî bû, li Kurdistanê jî heta dawiya sedsala 19´an jî huner nexasim jî yên nivîs, muzîk û xêzkirinê yekser elaqedar û heta girêdayî mîr û malmezinan bû. Piştî damezrandina dewletên netewe yên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê jî, em dizanin ku odeyên gelek malmezin û axayan ji bo teşwîq û afirandina berhemên hunerî û hewandina hunermendan bi rola diyarker ra bûne.

Ev yek îstîsnayan derveyî xwe nabîne, lê hinekî be jî rave dike têkiliya sîmbiyotîk ya di navbera hunermend û bendên siyasî de. Lê ev tu mafî nade tu kesê ku bi vê yekê êrîşî hunermendekê/î bike yan jî di ser wî re êrîşî bendeke siyasî bike, yan jî hemû bendên siyasî bike. Rexneya civakî û siyasî çiqasî çawa mafê her ferdî ye yê her hunermendî ye jî, ji maf û wê de, ev yek vediguhere erkekê jî di demên diyar de.

Di hejmara me ya dawiya hefteyê de hevpeyvîneke bi kompozîtorê Îngilîz Andrew Webb-Mitchell re me weşand ku digot, “Min wisa hîs kir ku Arîn û hevrêyên wê ji bo min jî şer dikin. Weke kompozîtorekî diviyabû min bersiva wan bidaya.”

Ciwan Haco jî di hevpeyvîna 25’ê gulanê de, der barê hunerê de rexne li bendên siyasî yên kurd girtin, heta zêdetir pêde çû û şîret li wan kirin. Ev yek aliyê hunerî yê van kesan paşguh nake, ev yek tercîha xweîfadekirina van kesan e ku hunermend in. Hunermendên ku ji aliyê entelektuelên lîberal ên ku berê xerîdarên wan pirr bûn, weke di ser “siyasetê” de dihatin ferzkirin, di qalibên wan de jî venahewin, ji wan dibihurin; hîsên wan, hizrên wan hene û dema vê di hunera xwe bi xwe de bidin der, li wan kêm nabe.

Kî dikare îdîa bike ku Berthold Brecht ji ber ku siyasî bûye, nebaş nivîsiye; kî dikare îdia bike ku li gorî serdema xwe Yilmaz Guney sînemagerekî xirab bûye, kî dikare ji hedê xwe der bibe û bibêje, Frida Kahlo resameke ne baş e. Li vir îdia ne ew e ku huner bi temamî siyasî ye, yan jî divê bi temamî siyasî be; lê hunermend azad in dikarin tenê bi estetîkê, tenê bi teknîkê yan jî tenê bi naverokê hunera xwe bikin. Ew dikarin balansekê jî di navbera van aliyan de biafirînin. Heta dikarin di benda siyasî de jî cihê xwe bigirin. Mesele li vir ew têgeha siyasetê ye ku di têgeha berfireh a lîberal de tercîh têkirin ku beşdariya aliyên civakî sînordar bike û tenê di nûneriyêkê de jî asê bike. Beşdariyeke berfireh û yekserkirina siyasetê, wê nîşanî me bide ku di rastiyê de ji benda siyasî û wê de jî siyaset heye û demokratîkkirina siyasetê jî rêyek e ku dikare vê beşdariyê nisbî misoger bike. Nexwe em bi hêsanî dikarin bibêjin, her kes dikare rexne bike, lê divê amade be ku rexneya wan bê nirxandin û aliyên pêwendîdar dikarin ji wan re bibêjin, “Nexwe, tu dibêjî, sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?”

Albuma Nûçeyê