NÛÇE

Qêrînên xwe fêrî axaftinê bikin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Muslum Aslan 

Çawa ku berxwedana tu caran ji kurdan kêm nebûye, girtîgeh jî di jiyana kurdan de her tim bûye parçeyekê jiyanê. Ji destpêka tekoşîna azadiyê ve, dagirker bi awayekê rêkûpêk li ser  girtîgehan sekinîn û bi vê yekê re jî xwestin şoreşgêran, welatperweran û herkesên ciwakê yên rewşenbîr û kesen şiyar bixin bin kontrola xwe. Lê şoreşgeran ser dan lê sir nedan. Bedenên xwe şewitandin lê nehêlan qirêjî nêzî jiyan û giyana wan bibin.

Weke berê, niha jî qada herî zêde dewlet tê de jêhatî, girtîgeh in. Jixwe welat bi serê xwe kiriye girtîgeh. Şibakê û deriyên wê jî qanûnên hişk, kişwerên tirsê ye ku li ser gel ve dibarîne.           

Ji 7 salî heta 70 salî her kes van gotinan dizan e. Ez dîsa dûvdirêj nekim û werim ser mijara xwe ya ’girtîgehên li pişt deriyan’. "Em ji xwendinê zêdetir, zilma ku bi serê gelê me tê bi çavên xwe dibînin.           

Dixwaze di nav parçekirinê de mirov bêdeng, bêbertek, bêrêxistin bihêle û di her alî de armancên xwe pêk bînin. Ger rewş di vê çarçoveyê de be, mirov pêkanîn dagirkeran ên li dijî girtiyan ji derve bi awayeke zelal dikare texmîn bike.

Bi binpêkirina mafên girtiyan re jî, di nava girtîgeha de girtîgehan ava dikin. Mudaxalekirina kinc, xwarin, radyo, tv, pirtûk, nameyan, qedexekirina hevdîtinen hefteyî yan yên mehane, axaftina telefonan û hwd. êdî weke karên rojane tên dîtin. Listeya binpêkirina mafên girtiyan dirêj e. Ev binpêkirine bi tenê ya serê xwe, lêkolînekî û demê dixwaz e.
Ya em dixwazin li ser bisekinin ’girtîyên nexweş’ in.

Bi sedan nexweşên giran hene ku bi raporên bijîşkan hatine tespîtkirin. Di van raporan de jî tê destnîşankirin ku ’nikarin di girtîgehan de bimînin’. Lê dîsa jî ji ber dijminatiyê ev girtî nayên berdan. Ji ber vê helwesta dijminane jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. An jî gelek girtiyên nexweş, di rewşên krîtîk de ku êdî mimkûneta dermankirina wan nemîne, tên berdan. Ango dema ji mirina wan piştrast dibin, ber didin.

Fatma Ozbay

Fatma Ozbay kesek e, jinek e, welatperwerek e, kêdkara hêviyê û xebatkara xewnên zarokên welatê me ye. Di sala 1998’an de hatiyê girtin. Xwîşka wê jî li girtîgeha Şakranê ye. Demek berê yê nêz de ji girtîgeha Bayburtê sirgûnî Erzîromê kirine. Ozbay li vir bi tenê tê girtin. Bi serê xwe ye. Bi Fatma re penceşêra pêsîrê heye û nexweşiya wê jî ro bi roj girantir dibe. Kesek bi tenê nayê tedawîkirin. Ji ber cezayê wê yê disîplînê jî sewqa wê nayê kirin.


Di nava çar dîwaran de her roj zilm heye. Her roj grevên birçîbûnê hene. Bedenên ku ji 1998’an heta niha li dijî neheqiyê bi grêvên birçîbûnê re xwe kirin mertal, hêza wan a ji bo grevên birçîbûnê yên nû nîne. Ger ku nexweşî di van bedenan de hebe, ji xwe ev tê wateya terkkirina van a ber mirinê ve ye.

Ji bo sewka wê û mafên hiqûqî em bangî parêzeran dikin. Ji bo mafên girtiyan û nexweşan em bang li kom, komeleyên mafên mirovan û mirovahiyê dikin. Ji bo mafê dermankirinê em bang li bijîşkên pêşî xwedî wijdan û paşî yên li xwedî sonda bijîşkan derdikevin, dikin. Bêdeng nemîne ji ber ku bedêngmayîn ne tenê carekê, du caran mirin e. Di serî de mirina pêşerojê, ya din jî ya bi beden e.

Çapemenî, rewşenbîr, medyaya civakî, kesên ku dikarin girseyan bi bandor bikin û dikarin gotinên xwe bidin guhdarî kirin, li dijî kesên di girtîgehên ’rast’ de, li dijî kesên xwediyên pêşerojê, li dijî kesên ku temsîliyeta çarenûsê ne û li dijî kesên ku hebûn û tunebûna me bi wan ve girêdayî ne, ker, kor, lal, şaş û biyanî disekinin. Hemû jî dizanin ku 'dengderxistin jiyan e’. Hemû jî dizanin ku yên di nava civakê de çalak û fedekar hatine girtin. Ev tiştêkî aşkera ye. Ji ber vê yekê ye ku dewlet bi çavsorî êrîşî girtîgehan dike. Ger ku ev zilm bê qebûlkirin, wê demê berê zilmê didin jiyanê, didin gel û didin girtîgeha mezin.

Ji bo şikandina sînorê girtîgeha mezin, heta ku li girtîgehan yek binpêkirin tenê jî hebe dive dive xew neçe çavên tu kesî.

Li xewn û xeyalên zarokên xwe xwedî derkevin. 

Ji bo tedawiya girtiyan û ji bo Fatma Ozbay, ’qêrînên xwe fêrî axaftinê bikin.’

Albuma Nûçeyê