NÛÇE

'Qêrîna kurê min ji guhên min naçe'

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Mehmet Şîrîn Maltû di sala 1995’an de li gundê wî yê Zediya yê Êlihê hat binçavkirin û li navenda gund hat îşkencekirin. Qêrînên wî yên ji ber îşkenceyê ji hêla hem malbat û hem jî şêniyên gund ve tê bihîstin. Dayika Maltû ya bi navê Sabriye wê kêliyê wiha vedibêje: “Hîn jî qêrînên wî yên ji ber îşkenceyê di guhên min de olan didin. Kurê min biçûkê malê bû û pir biaqil bû. Çi ji kurê min xwestin?”

Kurê dayika Sabriye Maltû (70) Mehmet Şîrîn Maltû di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê hate kuştin. Dayika Sabriye 20 sal piştre jî Dayikên Şemiyê nas dike û ji wê rojê ve tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê dibe. Lê ji ber ku par nexweş bû, êdî nekarî biçe Qada Galatasarayê. Dayika Sabriye bi qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê gelek xemgîn dibe û dibêje ku ew li benda rakirina vê qedexeyê ye ku tev li çalakiyê bibe.

Kurê dayika Sabriyeyê, Mehmet Şîrîn Maltû zarokê herî biçûk ê malbatê bû û malbat li mezraya Zediya ya navçeya Hezo ya Êlihê dima. Hêzên artêşa tirk di 31'ê çileya 1995'an de bi ser mala Maltû de digire û Mehmet Şîrîn Maltû binçav dike. Her wiha hemû endamên malbatê jî di serşoyê de kom dikin û derî li ser wan qifil dikin. Leşkeran heta serê sibehê saet 04.00’an li qada gund Maltû îşkence kirin. Qêrînên Maltû yên ji ber îşkenceyê, li her deverekê gund olan dide. Qêrînên Maltû ji hêla malbata wî ve jî tê bihîstin. Piştî îşkenceyê jî leşker Maltû bi xwe re dibin.

Tevî ku bûyer dîtin jî nebûn şahid

Bavê Maltû jî ji bo ku aqûbeta kurê xwe bizanibe serî li qereqola cendirmeyan dide. Lê her tim jî bi hinceta ‘kurê we nehatiye binçavkirin’ ev lêgerîn tê redkirin. Li ser vê yekê jî malbat serî li dozgeriyê dide û dozgerî jê du şahidan dixwaze. Lê tevî ku gundî hemû jî şahidên vê yekê bûn, ji tirsan tu kes şahidiyê qebûl nake. Ev 23 sal in jî dayika Sabriye tu agahiyan ji zarokê xwe nagire.

Çi ji kurê min xwestin?

Der barê mijarê de dayika Sabriye ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Melîke Ceyhan re axivî. Dayika Sabriye anî ziman ku kurê wê biçûkê malê bû û wiha domand: “Pir biaqil bû, jêhatî bû. Zirara wî li kesî nedibû. Dema karê xwe diqedand dihat malê. Kurê min birin. Hevalên wî di bin çavan de dîtin. Di dema binçavan de avê dixwaze lê dema polîs avê didinê, pehînê li destê wî dixin û şîşeya di destê wî de dişikînin. Em ne li bajêr bûn. Ma dê mirov çawa li gund bimîne. Bi destê wî girtin û birin. Paşê dibêjin 'me ew nebiriye'. Hîn jî qêrîna kurê min a di dema îşkenceyê de di guhê min de olan dide. Doza çi li kurê min kirin, çi jê xwestin?”

‘Ez doza edaletê dikim’

Di berdewamê de jî dayika Sabriye diyar kir ku ev 23 sal in şînê digire û wiha derbirî: “Dawetên me çêdibin, hindik be jî em dikenin. Paşê kurê min tê bîra me. Wek roja berê em diêşin. Tim li bendê me ku dê bê. Heta sax bim ez ê lê bigerim. Dixwazim aqûbeta wî bizanim. Ger goreke me hebûya, belkî min ev rewş qebûl bikira. Bila ji me re bêjin. Dixwazim kesên ew winda kirin, hesab bidin. Doza edaletê dikim. Aştiyê dixwazim. Xwedê vê êşê neke para kesekê.”

‘Ji kêfan min nekarî rakevim’

Dayika Sabriye bi lêv kir ku di sala 2007'an de ji Êlihê koçberî Stenbolê dibin û ev tişt destnîşan kir: “Min piştî çend salan Dayikên Şemiyê nas kirin. Piştre jî min wêneyê kurê xwe hilgirt û çûm Qada Galatasarayê. Roja înê, ji kêfan xew neçû çavên min. Te digot qey ez ê kurê xwe bibînim. Dema ji wir dihatim malê hîseke wek ku min Mehmetê xwe li wir hiştiye û hatime li min peyda dibû. Heta sala çûyîn jî tim diçûm. Niha keça min emeliyat bûye. Bi zorê dimeşe. Ji ber ku kes tuneye ku min bibe, nikarim biçim. Lê tim temaşe dikim.”

Li benda vegera Qada Galatasarayê ye

Di dawiyê de jî dayika Sabriye ev tişt got: “Kesên li wê qadê rûdinin, hemû li zarokên xwe digerin. Tenê doza hestiyên wan dikin. Dixwazin kujer hesab bidin. Ev dewlet doza çi li me û zarokên me dike. Ji bo çi zilm û îşkenceyê li me dike. Ez li benda roja vegera Qada Galatasarayê me.” STENBOL

Albuma Nûçeyê