NÛÇE

Qendîlî li benda bersiva parlamentoyê ne

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Du roj berê şandeyek ji nûnerên welatiyên Binarê Qendîlê serdana parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Şandeyê daxwazên xwe radestî parlamentoyê kirin. Li ser serdana parlamentoyê hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulale Osman diyar kir ku bersiveke parlamentoyê çênebûye û wiha got: “Di serdana me ya ji bo parlamentoyê de soza civînek taybet a li ser dagirkeriyê nehat dayîn. Tenê soza dan ku ew dê ku lijneyek ji endamên parlamentoyê, ji bo serdana gundên Binarê Qendîl dirûst bikin. Her wiha gotin dê ew lijne serdana cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine bombebaran kirin jî bikin.”

Osman diyar kir ku wan di dema berê de jî serdana parlamentoyê kirine lê tu encamek bi dest nexistine û destnîşan kir ku ger tu bersiv ji parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê dê serdana parlamentoya Iraqê bikin. QENDÎL

Albuma Nûçeyê