POLÎTÎKA

Qendîl rûmet e û ji bo gel xeta sor e

Dem : 22 Pûşper 2018 În

Li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedana gelê kurd li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk bê navber didome. Di 8’ê hezîranê de ciwanên Başûr jî li dijî dagirkeriyê li Binarê Qendîlê dest bi Mertala Zindî kirin û her diçe tevlêbûna nav çalakiyê berfireh dibe.

Bi vê armancê duh 160 ciwanên bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ji kantona Qamişloyê bi dirûşma ‘Serî hilde’ ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk berê xwe dan Başûr. Ciwanên ku berê xwe dan Başûr diyar kirin ku dê bi ruhê Avesta û Arînan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan û bang li hemû ciwanan kirin kirin ku tev li çalakiyan bibin.

Divê gel mil bide gerîlayan

Gerîlayên rojhilatê Kurdistanê jî axivîn û diyar kirin ku ew bawer dikin ku hemû êrîşên dagirkeriyê dê bi berxwedana gel û gerîlayan vala bên derxistin. Gerîlayan anî ziman ku dewleta tirk ne xwedî hêz û îrade ye ku Qendîlê dagir bike û wiha gotin: “Bê guman hinek welatên derve û hêzên hundirîn ên Kurdistanê ji bo dagirkirina axa Başûr alîkarî didin dewleta tirk. Qendîl di nava dilê hemû kurdê bi rûmet de ye û ji bo hemû şoreşgeran xeta sor e. Ji bo vê yekê pêwist e gelê kurd li rex gerîla di nav berxwedanê de be.”

Îro meş tê lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê sibê saet 16:00’ê li ser Cadeya Salim (Saholeke) heya Parka Nalî bi însiyatîfa Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê meşek girseyî bê lidarxistin. Gelê Silêmaniyê û hemû pêkhate û partiyên li dijî dagirkeriya tirk a li ser Başûr dê di vê meşa girseyî û hevbeş de helwesta xwe bînin ziman.

 ‘Dê êrîş bê bersiv nemînin’

Li Til Temir û Tirbespiyê bi hezaran welatî bi pêşengiya Kongre Star û TEV-DEM’ê bi heman armancî bi dirûşma ‘Dê êrîşên dewleta tirk bê bersiv nemîne’ meşek li dar xistin. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê