NÛÇE

Qadan vediguherînin cihê têkoşînê

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Sadiye ESER/STENBOL-MA

Hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku parastina mafê mirovan êdî bûye şêweyeke jiyana wan û dê tu caran dest jê bernedin. Keskîn got ku dê ji her demê bêhtir dakevin qadan û li qadan têkoşîna parastina mafên mirovan berdewam bikin

Lîjneya Giştî ya 19’emîn a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 2 roj dom kir û parêzer Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan weke hevserok hatin hilbijartin. De barê mijarê de parêzer Eren Keskîn axivî û plansaziyên ji bo demên pêş nirxand. Keskîn da zanîn ku divê ji bo bidestxistina mafan, bêhtir dakevin kolanan.

Eren Keskîn diyar kir ku têkoşîna mafê mirovan êdî ji bo wan bûye şêweya jiyanê û wiha got: “Demek piştre êdî jiyaneke cudatir nafikirî. Ev demeke dirêje ku di nava tevgera mafê mirovan de me. Hevalên me xwestin ez bibim hevserok û min jî qebûl kir. Em her tim di pêvajoyên dijwar re derbas dibin. Em dîsa di pêvajoyeke dijwar de ne. Her çiqas rêbazên dewletê guherîbin jî, feraseta pêvajoya zextan didome. Ji ber vê yekê jî têkoşîna mafê mirovan, têkoşîneke ku mirov dest jê berde nîne.”

‘Dewlet dîrokeke derew dinivîse’

Keskîn daxuyand ku gelek kêmasiyên wan hene û wiha pê de çû: “Herî zêde jî em di mijara ku dengê xwe bigihînin girseyan de kêm man. Ji ber ku pergalekî totalîter heye. Dewlet hemû argumanên xwe bikartîne û dixwaze gel jî bişibîne xwe. Dixwazin bi vî awayî bi gel bidin fêmkirin. Bi bîrdoziya fermî dixwaze dîrokekî derew di mejiyê gel de çêbike. Em jî li dijî vê têkoşîna mafê mirovan dimeşînin. Em jî derewên wan derdixin holê. Lê ji ber ku em tên astengkirin, em weke ku dixwazin nikarin dengê xwe bigihînin gel.”

Dewlet ji dengê dayikan tirsiya

Di berdewamê de jî Keskîn bi lêv kir ku dê li hemberî pêkûtiyan bêhtir dakevin qadan û wiha dawî lşi axaftina xwe anî: “Bi vê re em ê kêmasiyên xwe ji holê rakin. Ji bo ku em bikarin xwe bigihînin hemû binpêkirinên mafên mirovan, emê têkoşîna xwe ya li qadan mezintir bikin. Dewlet ji deng, daxwaz û qêrîna Dayikên Şemiyê tirsiya. Ji bilindbûna dengê li kolanan tirsiyan. Dê têkoşîna me û dayikan pêkve bidome. Yek ji xebatên me yên sereke jî rewşa girtiyan û girtiyên nexweş e. Li hemû girtîgehan binpêkirin hene û em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.”

Albuma Nûçeyê