CÎHAN

Pûtîn sînor bi bîr xistin

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Forûma Aboriya Navneteweyî de aşkere kir ku divê welatên rojavayî rêzê ji berjewendiyên Rûsyayê re bigrin. Serokê Rûsyayê berfirehbûna NATO’yê ji bo Rûsyayê re weke gef bi nav kir û wiha axivî: “Heta sînorên me hatin, vê carê jî em bi gûman in ku Ukraynayê jî bixin nav xwe û radarên pergala parastina moşekan lê ava bikin. Hûn fêhm dikin gelo, sînor hene… Divê xeta sor neyê derbas kirin. Werin ji berjewendiyên me re jî rêzê bigrin."

Di dema sohbetê de Pûtîn rola welatên rojava ya di darbeya Ukraynayê de jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Li vî welatî siyasetvanên wek Viktor Yuşenko û Yuliya Timoşenko hene, çima rojava bû alîkarê guherîna bi zorê ya desthilatê?"

Li Ukraynayê di 22’yê sibata 2014’an de darbe pêk hatibû. Lîderê rûs welatên rojava wekî failê vê darbeyê bi nav dike. KÎEV

Albuma Nûçeyê