NÛÇE

PTT’ê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê îxbar kir

Dem : 01 Tîrmeh 2018 Yekşem

Pîştî ku qeyûm avêtin ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û der barê jê 6 girtî 14 xebatkarên wê de doz hat vekirin, danaşîna ewil a dozê dê di 12’ê îlonê de bê dîtin. Yek ji mijara ku lêpirsîn hatiye vekirin, serlêdana Teşkîlata Posta û Telgrafê (PTT) a ji bo dozgerê çapemeniyê ye. PTT’ê rojnameyê îxbarî dozgeriyê kiriye. Parêzerê PTT’ê di 12’ê sibata 2018’an de îxbara rojnameyê kir û hincet jî ew e ku rojnameyê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojname şandine.

Dozgera Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Yasemîn Baba serlêdana îxbakirinê ya derbarê rojnameyê de bi 2017/24753 hejmara esas de kir yek. Di gilîkirina sûc a ji bo rojnameyan de ev îdia hatin gotin: “Li ser li dijî rêzikên ehlaq, xerakirina ewlehiyê û nivîs û wêneyên ku teşwîqî sûc dike hene.”

Parêzerê PTT’ê Karataş 7 heb rojnameyan wek delîl nîşan da û xwest ku der barê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîn bê vekirin. STENBOL

Albuma Nûçeyê