CÎHAN

Polîsên alman avêtin ser saziyên kurdan

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Beriya hilbijartinên 24'ê hezîranê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, dewleta alman heta ku jê tê destekê dide rejîma Erdogan. Bi vê armancê, polîsên alman serê vê sibehê saet 5:30'î avêtin ser komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad. Rêbaza êrîşê ya polîsên alman ne kêmî ya polîsên tirk bû.

Polîsan di heman demê de li malên rêveberên NAV-DEM'ê jî lêgerîn kirin û bi şikandina derî ketin hundir. Polîsan xwepêşandaneke ku wê 3'yê kanûna 2017'an ji bo Efrînê bihata kirin, lê pêk nehat, ji xwe re kirin hincet. Li gorî polîsan û dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne, bi xwepêşandanê re wê "qanûna komeleyan bihata binpêkirin."

Derî şikandin

Polîsên ku demeke dirêj li saziyên kurdan lêgerîn kirin, gelek derî şikandin û dest danîn ser komputeran. Ji rêveberên Civaka Azad Alî Çîçek li ser êrîşê ji ANF'ê re axivî û helwesta polîsên Elman bi tundî şermezar kir.

Çîçek da xuyakirin ku êrîş li dijî azadiya fikirin û raman e û got, ev nêzîkatiya dewleta alman tê wateya piştgiriya ji bo operasyonên dewleta tirk ên li dijî mûxaleftê û gelê kurd.

Rêveberê Civaka Azad diyar kir ku ev êrîş wê bandorê li karê wan neke û wê hem sûcên dewleta Tirk hem jî desteka Elmanyayê ya ji bo van sûcan ji raya giştî re vebêjin. BERLÎN

Albuma Nûçeyê