NÛÇE

Polîsan li Serêkaniyê êrîşî gel kir

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Xebatên HDP'ê li gel hemû astengiyên hêzên dewletê jî berdewam dikin. Îro di çarçoveya xebatan de namzedên HDP'ê yên Rihayê li Serêkaniyê xwest hevdîtineke bi gel re bikin. Di ketina navçeyê de konvoya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Biryardariya gel kir ku di demeke kurt de pêşiya konvoyê were vekirin lê belê dema ku namzedên HDP'ê xwest ku xîtabî girseyê bike, polîsan êrîşî gel kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi şid xwest girseyê belav bike lê gel bi biryar li qadê ma.

Li ser vê yekê polîsan ji nav girseyê du kes binçav kirin. Ciwanek û jineke ku çarika kesk û sor û zer li serê wê bû hatin binaçvkirin. Dema binçavkirinê parlamenterê HDP'ê Nîmet Erdogmuş hewl da ku jina hat binçav kirin ji nav destê polîsan derxe lê ew jî rastî êrîşî hat û hat derbkirin. Êrîşa polîsan û berxwedana gel heta dereng jî berdewam dikin. RIHA

Albuma Nûçeyê