POLÎTÎKA

Polîsan êrîşî çalakgeran kir: 40 kes hatin binçavkirin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Polîsên dewleta tirk bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girt û zêdetirî 40 kes binçav kirin. Têkildarî mijarê parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu axivî û da zanîn ku polîsan ew û rêveberiyên partiyê bi erdê ve kaş kirine

Polîsên dewleta tirk piştî ku greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin qediya, bi ser avahiya HDP'ê ya bajar de girt.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama serdegirtina avahiya HDP’ê de 40 kes hatin binçavkirin. Polîsên tirk ji bo parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu ji avahiyê derxînin, bi erdê ve kaş kirin. Surucu ya ku qebûl nekir derkeve derve, li hundir ma û polîsan dest bi sehkirina avahiyê kir. Polîsan kesên ku ji avahiyê derketin binçav kirin.

Parlamenter Surucu bi erdê re kaş kirin

Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Servet Kiliç, Rojda Bînîcî, şêwirmenda Surucu Faruk Badili.” Têkildarî mijarê Surucu ku li avahiya partiyê ma axivî û da zanîn ku polîsan rêveberên partiyê û ew bi erdê ve kaş kirine. Surucu got ku polîsan hewl daye ku wan derxînin û domand: “Niha hundir seh dikin, li Rihayê nehiqûqiyek tê kirin.” Parlamenterê Rihayê yê HDP'ê Omer Ocalan jî kete avahiya partiyê. RIHA

Albuma Nûçeyê