NÛÇE

Polîsan bi ser buroya JINNEWS’ê de girt

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Di çarçoveya zextên li ser çapemeniyê de, hêzên polîsan ên dewleta tirk bi ser buroya JINNEWS’ê de girt. Di serdegirtinê de polîsan kompîtirên li ajansê desteser kirin

Hêzên polîsan ên dewleta tirk şevê din saet di derdora 00.00’an de bi ser buroya Ajansa Nûçeyan a JIN (JINNEWS) ya li navçeya Rezan a Amedê de girt. Polîsan li derî xist. Piştî ku derî nehate vekirin, ji ber deriyê buroyê vegeriyan. Hat zanîn ku polîsan di berbanga sibehê saet 04:00'an de bi ser buroyê de girt.

Polîsên ku derî şikand û ketin hundir, li hemû odeyên ajansê lêgerîn pêk anî. Polîsan kompîtirên li ajansê desteser kirin. Têkildarî sedema serdegirtinê de tu agahî nehatin bidestxistin. Der barê mijarê de parêzerên ajansê li dozgeriyê serlêdana sûc kir. AMED

Albuma Nûçeyê