POLÎTÎKA

Polîsan alên HDP’ê daxistin

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Êrîşên li dijî HDP’ê didomin. Li navçeya Elbakê ya Wanê polîsên hêzên taybet ên di flamayên HDP’ê yek bi yek jê vekirin û avêtin çopê.

Her wiha namzeda HDP’ê ya Erzînganê Pinar Aytekîn Ozguç û rêveberên partiye yên xebata hilbijartinê bi rê ve dibirin rastî êrîşa komekê faşîst hatin. Polîs hatin cihê bûyerê li şûna komê belav bikin, xwestin ku HDP’î ji navçeyê derkevin. Ozguç bertek nîşanî helwesta polîsan û koma faşîst da û got ku ev êrîşek plankiriye û diyar kir ku bi van êrîşan nikarin wan ji xebatan dûr bixin. WAN

Albuma Nûçeyê