CÎHAN

Plana sûîqestê ya li dijî Netanyahu hat astengkirin

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Serwîsa îstixbarata hundir a Îsraîlê Şin Beta aşkera kir ku plana siûîqesta li dijî serokwezîrê Îsraîlê ya Sûriyeyê hat astengkirin.

Netanyahû: Li her dera Sûriyeyê Îran hedefa me ye.

Serwîsa îstîxbarata hundir a Îsraîlê Şin Bet, daxuyand ku li Qudsa Rojhilat penaberekî ku li kampa filistîniyan dima, bo zirardayîna Netanyahu û Şaredarê Qudsê Nir Barkat, di çarçoveya pêkanîna sûîqestê de hat desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gumanbarê sereke Mahmad Rashdeh, li Qudsê bo berhevkirina agahiyan û hedefgirtina konsolxaneya DYA yê li ser navê konsolosê Sûriyeyê hatiye Qudsê.

Hat ragihandin ku plana sûîqestê dê ji Urdunê dest pê bikira û bûyerên terorê dê bihatana lidarxistin. Barkat aşkere kir di pêvajoya lêpirsînê de dê xebatên wan bidomin û got ku tu gefên terorê ji wan re nikarin bibin asteng. QUDS

Albuma Nûçeyê