NÛÇE

Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Erdogan ALAYUMAT / RIHA - MA

Şaredariya Wêranşarê ya DBP'î li navçeyê xerac çêkiribû lê ji ber Şaredariya Mezin a Rihayê destûra çêkirina xaçerêyê neda, demeke dirêj xerac nehat bikaranîn. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin destûra çêkirina xaçerêyê hat dayîn û wekî xizmeta qeyûm be hat pêşkêşkirin. Her wiha navê xeracê hat guherandin û kirin "Termînala Nav Bajêran a Wêranşarê".

 Welatî bi derfetên xwe tên xeracê û diçin û her wiha li nav bajêr derbasbûyîn û sekinandina otobusên navbera bajaran qedexe ye. Fîrmayên otobusan ên li xeracê xwestin serwîsên xwe ji bo rêwiyan bişînin nav bajêr lê şaredariyê ev yek qebûl nekir. Her wiha hat diyarkirin ku qeyûm kirêyên yazixaneyan biha kiriye. Li xeracê kirêya yazixaneyan mehê di navbera 600-700 lîreyî de ye û salê jî di navbera 7-11 hezar TL'yî de ye. Ji bo lênêrîn, paqijkirin û gihandina xeracê xwediyên fîrmayan gelek caran xwest bi qeyûm re hevdîtinê bikin lê qeyûm ev yek qebûl nekir.

Osman Aksu ku li xeracê yazixaneya wî heye, anî ziman ku xerac di 3 salan de hatiye çêkirin û bicihbûna wê jî 2 salan dewam kiriye. Aksu diyar kir, ji ber ku Şaredariya Mezin a Rihayê destûra çêkirina xaçerêyê nedida, bicihkirina li xeracê evqas dewam kiriye lê belê piştî qeyûm hatiye çêkirina destûra çêkirina xaçerêyê hatiye dayîn. Aksu bilêv kir ku berî qeyûm bê tayînkirin, projeyên xeracê hemû amade bûn, dolmîşên nav bajêr û seferên otobusan hatibûn diyarkirin lê piştî qeyûm ev hemû hatine betalkirin. Aksu diyar kir ku qeyûm nahêle ew pê re hevdîtinê bikin û wiha got: "Em avêtin vir, pirsgirêk jî man li holê."

‘Em bi xwe wê paqij dikin'

Ferhat Çetîner ku yazixaneya wî li xeracê heye diyar kir ku xerac di dema şaredariya DBP'ê de hatiye çêkirin lê piştî qeyûm hat tayînkirin, wekî xizmeta qeyûm be hat pêşkêşkirin. Çetîner wiha got: "Dolmîşên nav bajêr û xetên otobêsan nayên xeracê. Loma welatî di warê çûnûhatina xeracê de ditengijin. Qeyûm xeta ber bi vir çênake. Loma sefer jî çênabin. Mirov an bi texsiyê an jî bi wesayîtên xwe tên xeracê. Heqê kirêyên me pir zêde ne. Me xwest ji bo kirêyan em hevdîtinê çêbikin lê kes guh nade me. Em bi derfetên xwe xeracê paqij dikin."

‘Divê em qeyûm bişînin'

Çetîner diyar kir ku şaredariya niha tu xizmetê nake û wiha got: "Pêşî şaredarê me yê ku gel ew hilbijart hat girtin, paşê qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Loma qeyûm ne temsîliyeta me ye. Di hilbijartinê de em ê deng bidin nûnerên xwe. Du sal in em li şaredariyê muxatabekî bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xeracê her ku em diçin şaredariyê, deriyan li ser me digirin. Ji bo ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin divê em qeyûm bişînin. Ger em bişînin dê prisgirêk bên çareserkirin."

Albuma Nûçeyê