POLÎTÎKA

Piştî komployê pergala tecrîdê ket dewrê

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, di salvegera 20’emîn de ji aliyê kurdistaniyan ve hat şermezarkirin.

Di çarçoveya vê yekê de kurdên li Komara Adîgeyiyê ya Rûsyayê dijîn bi daxuyanike komployê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komplo di şexsê Ocalan de li hemberî gelê kurd û hemû gelên li Rojhilata Navîn pêk hatiye û hat gotin ku divê hemû kurd ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan.

Ciwanan komplo şermezar kir

Di heman mijarê de Ciwanên Azad jî bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku di encama berxwedana 20 salan de komploya navnetewayî hatiye pûçkirin lê piştî vê pergala tecrîdê ketiye dewrê. Ciwanan ragihand ku dê tecrîdê bişikînin û berxwedana Rêberên xwe bi ser bixin.

Nobeda li Strasboûrgê didome

Her wiha çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 329’an de ye. Nobeda vê hefteyê ji aliyê 5 kurdistaniyên ku ji bajarê Rennes ê Fransayê hatibûn, hat dewrgirtin. Di çarçoveya çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê