JIN

Piştî întixara Dîlekê rewş derket holê

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Endamên Platforma Jinan a Ahtamarayê, li ser mirina bi guman a Dîlek Olgun ku li gundê sînor ê Qelqeliyê pêk hat, çû cem malbata wê. Platformê li gund tespît kir ku zarokên keç yên gund zû tên zewicandin û di bin zextan de dijîn, ji ber leşkerên Îran û Tirkiyeyê nikarin derkevin derve û cemaat bandorê li ser zarokan dike. Her wiha heman platformê aşkera kir ku rêjeya întîxara zarokên kur û keç jî zêde ne.

Li gundê Axruka Jor a Qelqeliya Wanê di 27’ê gulanê de Dîlek Olgun ya 21 salî di saetên sibehê de li mala xwe mirî hat dîtin. Platfroma Jinan a Ahtamarayê çû gund û hevdîtin kir. Di encama serdanê de derket holê ku li gund gelek kesan heta niha întîhar kiriye. Endamên platformê û hevşaredara Qelqeliyê ya ku qeyûm hat şûna wê Handan Bagci çû serdana malbata Dîlekê.

Xwişka Dîlekê diyar kir ku roja bûyerê birayê wê qulpa derî derxistiye û li rewşa Dîlekê mêze kiriye û got: “ Birayê min çawa mêze dike dibîne ku Dîlek darvekiriye. Piştre derî şikand û ket hundir. Me rakir Nexweşxanya Dewletê ya Qeleqeliyê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.” Sê rojan şîn hat danîn û Dîlek ji 6 xwişk û birayan ya herî mezin bû.

Xwîşka wê got Dîlek pir cuda bû û got: “Pez dotin û hat malê. Got ez westiya me û çû odeya xwe. Piştî demekê hat du mînder birin. Nêzî 5 saetan deng jê derneket. Piştre me li derî xist. Derî venekir. Birayê min derî şikand. Em pir dereng mabûn. Destê wê bibûn wek cemed. Ji zû ve miribû.”

‘Em ditirsin ku derkevin derve

Xwişka wê diyar kir ku li sînor leşkerên tirk û Îranê di kulubeyan de nobetê digirin û got: “Her tim ji Îranê penaber tên. Em zû deriyên xwe digirin û dernakevin derve. Em ji leşkeran ditirsin. Hemû roja me li malê derbas dibû. Dîlekê her tim Kuran dixwend. Li gund gelek zarokên keç û kur întîxar dikin. Keç heta pola 5’an dikarin bixwînin. Zarokên keç zû tên zewicandin.”

Ji platforma Jinan a Ahtamaryê Ayşe Mînaz jî çavdêriyên xwe wiha vegot: “Ji ber gund nêzî sînor e, penaber tên nav gund û gundî ji ber ewlehiyê nikarin derkevin derve. Zarokên keç nadin xwendin. Keç hepsê malê dibin. Tu qadên wan yên civakî tune ne. Telefonê jî bi kar naynin. Malbat der barê bûyerê de tu tiştekî nizane. Zextên cemaetê mixabin li ser ciwanan hene û ciwan jehrî bûne. Li gorî agahiyên malbatê Dîlek gelek girêdayê jiyanê bûye. Lê bandora ol li ser pir giran bûye. Li gel zarokên keç yên kur jî întîxar dikin. Armanca me ev e ku em hawirên xweş ava bikin. Em dixwazin atolyeyên civakî û qadên civakî ava bikin.” WAN

Albuma Nûçeyê