ÇAND Û HUNER

Pirtûka bûyerên dîrokî û siberojê

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Rojnamevan Farûk Sakik bûyerên girîng ên 60 salî ku mohra xwe li Kurdistanê dane bi navê ‘’60 Bûyer’’ wek pirtûk amade kir. Sakik têkildarî nivîsandina pirtûkê axivî û got ku bi mebesta ku bûyerên dîrokê ji nifşên siberojê re bihêle pirtûka navborî nivisiye

Rojnamevan Farûk Sakik ku ev nêzî 30 sal in li Kurdistanê û Ewropayê nûçegihaniyê dike 60 bûyerên girîng ên vî 60 salê dawî ku mohra xwe li Kurdistanê dane bi navê ‘’Ewroj /Ji Dîroka Nêz 60 bûyer’’ wek pirtûk çap kir. Pirtûka ku bi kurdî hatiye amadekirin beriya bi çend rojan ji Weşanên Mezopotamyayê derçû.

Pirtûk doza xwendekarên kurd ku bi rengê ‘’Doza 49’an’’ tê zanîn, 1978’an avabûna PKK’ê, destpêka şerê çekdarî yê kurdan ên li dijî dewleta tirk a 15’ê Tebaxê, Komkujiya Halepçe, avabûna MED TV, Komkujiya Roboskê û herî dawî berxwedana xwerêveberiyê ya 2015’an a Bakur di nav xwe de vedihewîne.

Pirtûk xwe dispêrê wêne û belgeyan û îfadeyên şahidên demê. Nivîskar têkildarî pirtûkê anî ziman ku divê teqez ev pirtûk li mala her kurdî hebe. Sakik da zanîn ku ji pirtûkê armanca wî ew e ku bûyerên 60 salî dawî ji nifşê nû re bihêle.

Sakik diyar kir ku wî ev pirtûka navborî beriya niha di Roj Tv û Stêrk TV de di bernameya ‘Arşîv’ê de weşandiye, bûyerên girîng wên dîroka nêz in û ev dîrok diviya mayine bibûya, ji bo vê sedemê jî pirtûk amade kiriye.

Ji bo neyê jibîrkirin

Sakik li ser armanca nivîsandina pirtûkê jî wiha dibêje; “Ji bo ku em ji zarokên xwe re û siberoja xwe re bihêlin min ev pirtûk hazir kir. Ji bo ku 60 bûyerên 60 salên dawî ji veguhezînim nifşê nû. Ji 1950’î heta 2015’an di van hemû bûyeran de êş hene. Ji bo ku ev neye jibîrkirin, dubare nebe û were zanîn min ev nivîsî.”

Di pirtûkê de sê bingeh

Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku pirtûk li ser sê bingehan ava bûye; doza 49’an, avabûna PKK’ê ya di 1978’an de û serdema xwerêveberiyê ya 2015’an û sedama vê jî wiha vedibêje: “Çima doza 4’an? Piştî serhildanan demeke dirêj bêdengiyek çêbû, 49 dixwazin vê bişkînin lê dewlet bi ser wan de diçe. Têkoşîna ku xwendekarên kurd dixwazin bidin destpêkirin tê tepisandin. Dîsa bêdengî. Piştre nifşê 68’an û tevgerên xwendekaran, 1978’an ji nav tevgerên xwendekaran Apoyî PKK’ê ava dikin. PKK pêvajoyek e. Armanca PKK’ê xweseriya demokratîk bû. 2015’an bi ragihandina xweseriya demokratîk ev armanc hate danîn. 49 bi ser neketin. Di 78’an de rêxistinek ava bû, 2015’an gihaşte armanca xwe.”

Di pirtûkê de mijarên ku dertên pêş; avabûna PKK’ê, 15’ê Tebaxê, kuştina Esad Yildiran, kuştina rojnameger Cengîz Altûn, di 1994’an da avêtina parlamenterên DEP’ê û girtina wan, komkujiya Helepçe, Newala Qesaba, kuştina Vedat Aydin, avabûna MED TV, komkujiya Sêwasê û Şoreşa Rojava.

Bandora Roboskê û Ceylan Onkol

Rojnamevan Farûk Sakik her wiha got ku komkujiya Roboskê, Ceylan Onkol pir bandor lê kiriye. Dema ku pirtûkê amade kiriye psîkolojiya wî ne baş bûye, niha tedawiyê dibîne û her şev di xew de li qadeke şer e, li girtîgehê ye û di nav kaosê de ye û dibêje: “Ev bûyerên wiha kariger û li ser civakê şopa xwe hiştine, di bîrê de mane, diviya mayînde bibûna, ji bo nifşên nû bihatana veguhastin. Bi vê fikrê min ev pirtûk amade kir.”

Sakik têkildarî pirtûkê wiha axivî: “Ev pirtûk bi wesfê lêkolîn, belgeyê ye. Bîr, dîrok û bibîranîn e.. Divê li mala her Kurdî hebe. Tekane armanca min ew e ku nifşên nû vê zanibin.”

Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku wî bixwe şahidî ji hin van bûyeran re kiriye.

Yên din jî bi nûçegihaniyê şopandiye. Şahidî li şewitandina gundên Mûşê kiriye, tevli cenazeyê Vedat Ayin bûye, şahidî destpêka rojnameya Serxwebûnê bûye. BRÛKSEL

Albuma Nûçeyê