ÇAND Û HUNER

Pirtûk hatiye qedexekirin, an na!

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Kadrî ESEN/ AMED

Edîtorên weşanxaneyan diyar kirin ku ji ber îlankirina Rewşa Awarte firotina pirtûkên kurdî ji sedî 80 kêm bûye. Her wiha edîtorên weşanxaneyan destnîşan kirin ku xwendevan dema ji weşanxaneyê pirtûk dixwazin destpêkê vê pirsê dipirsin: “Pirtûk hatiye qedexekirin an na?”

Weşanxaneyên J&J û Aramê bi salan e weşangeriyê dikin û heta niha bi sedan pirtûkên kurdî çap kirine. Lê weşanxaneya Wardoz, Name û Dara berovajiyê van her du weşanxaneyan beriya salekê hatine vekirin û heta niha pirtûk kêm kirine. Taybetmendiya hevpar a van her sê weşanxaneyan ew e ku her sê jî dema pêvajoya Rewşa Awarte de hatine vekirin û pirtûkan diweşînin.

Ji ber ku her sê weşanxane nû hatine vekirin, gelek nayên naskirin û pirtûkên wan kêm hatine belavkirin. Weşanxaneyên Name û Dara heta niha 12 û Weşanxaneya Wardozê jî tenê 15 pirtûkên kurdî çap kirine.

Edîtorê weşanxaneyên Name û Darayê Bawer Berşev diyar kir ku ji ber li ser înternetê jî pirtûkan difiroşin bandoreke zêde neyînî li ser wan tune ye û wiha got: “Ev nayê wê watê ku pirtûkên kurdî zêde tên firotin. Rewşa Awarte firotina pirtûkên kurdî gelekî kêm kiriye.” Berşev da zanîn ku pirtûkhezên wan bi rêya înternetê xwe digihînin wan û pirtûkan ji wan dikirin û ev tişt anî ziman: “Li ser înternetê em xwe digihînin her derên cîhanê û bi vê rêyê em dikarin xwe fînanse bikin û pirtûkên kurdî çap bikin. Lê rewşa weşanxaneyên din wiha nîn e. Gelekî zehmetiyê dikişînin.”

Berşev anî ziman ku firotina pirtûkên kurdî ji sedî 80 kêm bûye û destnîşan kir ku pirtûkên ku li weşanxaneyên wan tên çapkirin û herî zêde tên xwendin, pirtûkên nîvîskarên kurd ên mîna Helîm Yûsif, Jan Dost, Bextiyar Elî û Kawa Nemir in. Berşev ragihand ku di rojên pêş de dê pirtûka bi navê ‘Şerxa Melayê Cizîrî’ a Mele Ebdulselamê Cizîrî û pirtûka bi navê ‘Du Birayên Bedirxanî’ a Seîd Varoj çap bikin û dest bi belavkirina wan bikin.

Pirtûkên kurdî û metirsiya gilîkirinê

Bawer Berşev destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê, tirsek li ser xwînerên kurdî hatiye avakirin û ev tişt got: “Wek mînak dema xwînêr pirtûkan ji me dixwazin dibêjên ku pirtûk hatiye qedexekirin an na. Dîsa dema ku em bi rêya kargoyê pirtûkan dişînin xwîner ji me dixwazin ku em bi qoliyên ku li ser wan kurdî nivîsandiye neşînin. Dibêjin dema ku kurdî li ser qoliyan hebe dibe ku xebatkarên kargoyê pirtûkên wan negihînin ber destê wan û dikandarên cîran li wan gilî bikin.” Berşev da zanîn ku berê bi qasî 50 pirtûkfiroşên wan hebûne û wiha pê de çû: “Van pirtûkfiroşan berê bi qasî 100 cûre pirtûk siparîş dikirin. Niha daketine 10 cûre pirtûkî.”

Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran jî diyar kir ku weşanxaneya wan nû ye û di sibata 2017’an da ew vekirine û wiha got: “Dema me weşanxane vekir gelek kesan ji me re got ‘hûn bi çi cesaretê radibin weşanxane vedikin’. Li gorî me wexta xwendin û zanîna kurdî tune ye. Tu nikarî xwe li gorî hinekan eyar bikî. Yanî tu kengî bixwazî tu yê karê xwe bikî. Dema me ji bo vekirinê serlêdan kir, me destûrnedana vekirinê jî dabû ber çavên xwe lê dîsa jî me serî lê da û niha em karê xwe dikin.”

Baran da zanîn ku taybetiyeke weşanxaneya wan heye û bi piranî li ser karê folklor, çand û hunera kurdan dixebitin û ev tişt anî ziman: “Em ji vê re bibêjin kelepûra kurdan û mîrateya wan a çend hezar salî. Bêtir damara me ya xurt ev e em li ser vê dixebitin. Li ber destê me jî gelek berhemên ku em ê di ev merheleya hanê de çap bikin hene.” Baran destnîşan kir ku pirtûka wan a ewil di gulana 2017’an de hatiye çapkirin û ev tişt gotin: “Pirtûkeke muhîm a li ser bişaftinê ye. Cara ewil e ku li bakurê Kurdistanê li ser bişaftinê xebateke çavdêriyê ku dikare di warê sînema û şanoyê de sûd jê were girtin, hatiye amadekirin.”

Baran balê kişand ser rêgezên weşanxaneya wan û diyar kir ku rêgeza wan ew e ku weşanxaneya wan sed sal jî bijî pênç sed sal jî bijî tenê pirtûkên kurdî çap bike û ev tişt anî ziman: “Dimilî dibe, soranî dibe, dê her bi kurdî be. Wekî din jî wexta em dibêjin kurdî, rêgeza duduyan jî kîjan kurdî ye? Pirtûka ku em çap dikin divê kurdiya wê baş û organîk be. Yanî ne kurdiya xav divê kurdiya kal û pîran be. Baran her wiha ragihand ku pirtûkên wan ne tenê li Bakurê Kurdistanê têne belavkirin û dişînin gelek deverên ku kurd lê dîjin.”

Tenê pirtûkên kurdî çap dikin

Bahoz Baran got ku piştî vê pirtûkê 10 pirtûkên din ku kirine seta folklorê û di wan de lorî, nifir, dia, dengbêjî, xeberojk, çîrok, meselok û zûgotinok cih digirin jî çap kirine. Baran daxuyand ku herî dawî beriya mehekê 4 pirtûkên foklorîk ên din çap kirine û wiha pê de çû: “Van her çar pirtûkên me berhemên folklorîk ên malbata Casimê Celîl in. Malbata Celîlan ji berê de li ser folklora kurdan dixebite û bûye kana folklora kurdî.”

Pêvajo xwendina kurdî kêm dike

Baran herî dawî da zanîn ku pirtûkên kurdî wekî 3 - 4 sal berê nayên xwendin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sazî û dezge wextê ku bên girtin bivê nevê mirov jî xwe ji van deran vedikişînin. Mesela li cihekî wekî Kurdî-Der’ê salê 3 - 4 hezar mirov perwerde didîtin. Ev 3-4 hezar mirov wextê ku li wir perwerde dibûn pirtûkên kurdî dihatin xwendin, tê wê maneyê ku salê hezar-du hezar pirtûk dihatin xwendin. Dîsa di demên dawî de pirtûkên kurdî wek sûc tên hesibandin û ji ber vê yekê zext jî li ser xwendina kurdî heye. Lê ez dibêjim ev tirsa hanê mirov ji xwe re çêdikin, talîya talî zimaneke li holê ye û pê her çiqasî perwerdeyeke berfireh çênebûbe jî, di 10 - 15 salên dawî de tecrûbeyeke baş heye.”

Albuma Nûçeyê