JIN

Pirsgirêka mezin negihîştina edaletê ye

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîgolû nîqaşên darvekirin û xesandinê yên li dijî tecawîzên zarokan nirxand û got ku niha pirsgirêka herî mezin xwenegihandina edaletê ye. Kerestecîoglû diyar kir ku nîqaşên bi vî rengî tenê lîncê bi pêş dixe

Bi zêdebûna tundî û tecawizên jin û zarokan re, nîqaşên darvekirin û xesandinê yên desthilatdariyê zêde bûn. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, nîqaşên darvekirin û xesandinê yên ku hikûmetê kirine rojevê, nirxand.

Kerestecîoglû diyar kir ku tecawiza li dijî zarokan demek dirêj heye û tecawiza li dijî zarokan encama polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê ne. Kerestecîoglû anî ziman ku tu polîtîkayên dewletan a ji bo parastina zarokan û jinan tune ye û wiha got: “Çiqas mafê demokratîk bê sînordar kirin, ewqas jî tecawiza li dijî zarokan bi pêş dikeve. Ji ber ku li welat em zarokan jî bihêz nakin. Em nabin alîkar ku mafê xwe biparêzin. Em li welatekî nedemokrartîk dijîn.”

Ji bo pêşîlêgirtina tacîz, tecawiz û kuştina zarokan hemû saziyên jinan pêşniyarên wezareta parastina zarokan dikin. Têkildarî mijarê Kerestecîoglû ev tişt anî ziman: “Ji bo Wezareta Mafê Zarokên bê avakirin me teklîf daye. Ev pir girîng e û divê demildest vebe. Nîqaşên darvekirin û xesandinê yên desthilatdariyê ne çareserî ye. Bi van polîtîkayan hewl didin ku hêrsa mirovan kêm bikin. Cezayên heyî pêk bînin, ev pirsgirêk dê ji holê rabin. Gelo zarok dikarin xwe bigihînin daraz û edaletê? An jî mirovên din. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê xwe negihandina edaletê ye. Ev bi darvekirinê nayê çareser kirin. Nîqaşa xesandinê dikin. Gelo bi vê yekê mirov dikare pêşiya tundî, kuştin û tecawizan bigire? Gava we kesek xesand, hûn bawer dikin ku dê ev pirsgirêk wisan çareser bibe? Axaftinên darvekirinê jî di civakê de tenê çanda lîncê bi pêş dixe.” ENQERE

Albuma Nûçeyê