EKOLOJÎ

Pincar hem debr e hem derman e

Dem : 04 Pûşper 2018 Duşem

Bişar DURGUT /COLEMÊRG

Li herêma Colemêrgê pancar, yek ji çavkaniyên debarê yên gelê herêmê ye. Bi taybet jî bi destpêkirina serê biharê heta meha hezîranê, gelek cureyên pincar tê berhevkirin. Ev gihayên ku ji bo tenduristiyê pir baş in, ji bo dermankirina nexweşiyan jî tên bikaranîn

Kurdistan, li cîhanê di hêla nebatan de yek ji herêmên herî dewlemend e. Ji ber taybetmendiyên axa wê ku gelek cureyên cuda yên axê hene û avhewaya wê,bi sedhezaran cureyên nebatan şîn dibin. Di her demsalekê de li Kurdistanê mirov dikare bibêje ku gelek cureyên gihayan û pincaran şîn dibin. Ji dîrokê heta niha jî yek ji girîngtirîn çavkaniya debara gele herêmê jî pincar e.

Li Kurdistanê yek ji herêmên herî zêde pincar lê çêdibe û ji bo gelê herêmê weke ‘depoya pincar’ tê zanîn, Colemêrg e. Li Colemêrgê ku weke ‘bajarê çiyayan’ jî tê binavkirin, bi destpêkirina baranên nîsanê (gelê herêmê weke avêtîrkên nîsanê jî binav dike) re gel amadekariyên çûna pincar dike. Her çiqas meha pincarê weke gulan bê zanîn jî ji ber guherîna avhewaya herêmê (hema bêje qet berf nebarî û pir kêm baran bariya) ji nîvê nîsanê ve hemû cureyên pincarê şîn bûn.

Me jî weke e-rojnameyê xwest ku hinekî şahidiyê ji vê çavkaniya debarê û depoyên tenduristiyê bikin. Di vê çarçoveyê de jî em çûn gundên Colemêrgê. Çend cureyên gîhayan wiha ne:  

 Bûk û Bîzar:Yek ji girîngtirîn gihayê ku li herêmê tê berhevkirin, ‘Bûk’ e. Yek ji taybetmendiyên vî gihayî jî ew e ku li her deverê çênabe. Gelemperî li cihên beroj ku zêde tavê dibînin û li herêmên bi ax şîn dibe. Dema ku nû şîn dibe her çiqas bişibe çevir û helizê jî, Bûk gihayekî cuda ye. Piştî ku tê çandin divê herî kêm di nav rojekê de bê amadekirin. Ger neyê amadekirin rengê wê reş dibe û dirize. Ji ber vê yekê jî dema ku êvarê anîn malê demildest tê hûrkirin û dixin nav avê. Bûk piştî ku tê kelandin jî, dixin nav avxwêyê û ji bo zivistanê jî tê veşartin. Bûk hem tê qelandin û hem jî di nav gelek cureyên xwarinê de jî tê bikaranîn. Her wiha di nav dew û toraqê de jî tê bikaranîn. Dema ku Bûk pîr dibe jî gelê herêmê weke Bîzar bi nav dike û careke din tê   komkirin. Bîzar jî gelemperî di meha hezîranê de çêdibe û li herêmê pir jê tê hezkirin. 

 Guhbizink:Gihayê guhbizinkê gelemperî li her herêmeke Kurdistanê şîn dibe. Gelê herêmê weke Guhbizink bi nav dike lê dibe ku li herêmên din ên Kurdistanê bi navên cuda jî bê binavkirin. Ji bo Guhbizinkê pêdivî bi axa bi xîz heye. Ew jî weke gelek pincarên din, bi destpêkirina avêtîrkên nîsanê şîn dibe û ber bi hezîranê jî êdî hişk dibe. Guhbizink di nav girar û savarî de tê bikaranîn. Her wiha gelê herêmê vî gîhayî hişk dike û di her demsalê de bikartîne.

Rêvas /Ribês:Yek ji pincarên herî balkêş jî Rêvas e. Li herêma Colemêrgê weke Rêvas tê binavkirin lê li gelek herêmên Kurdistanê jî bi navê Ribês tê zanîn. Gelek welatên derve bi navên ‘Mûza kurdan an jî Mûza Kurdistanê’ jî bi nav dikin. Exlebe li hemû herêmên çiyayî yên Kurdistanê şîn dibe. Lê herêma Colemêrgê, herêma Behdînan û Bedlîs yek ji cihên herî zêde lê şîn dibe ye. Bi derketina Rêvasan re, ji bajar heta gundan bi hezaran kes li Colemêrgê diçin Rêvasan. Gel berhemên xwe jî li navenda Colemêrgê û şêniyên gund jî li ser rêyan difiroşin. Gelemperî salekê Rêvasên mê û salekê jî yên nêr zêde derdikevin. Îsal jî hema bêje dîtina Rêvasê nêr mimkûn nebû. Yek ji taybetmendiyên Rêvasê jî ew e ku dermanê penceşêrê ye. Di encama lêkolînên zanistî yên li Zanîngeha Atlantaya DYA’yê de, derket holê ku madeyên Rêvasê gelek hucreyên ku dibin sedema penceşêrê, dikujin. Her wiha ji bo gelek nexweşiyên din jî Rêvas weke derman tê bikaranîn. Gelê herêmê dibêjin ku riha Rêvasê ango koka wê, ji bo gelek nexweşiyan dermaneke girîng e.

Tolik:Li herêmê ev giha weke dermanê paqijkirina kurmikên di rîvikên zarokan de jî tê naskirin. Koka Tolikê di axê de xwe kûr ber dide û gelemperî jî kom bi kom şîn dibe. Tolik, tamtirşe û dema ku mirov dixwe gihayê rokayê bibîrdixe. Li gorî şêniyên herêmê ev gîha, bêîstîsna di her maleka ku zarok tê de ne, heye. Her wiha tê hişkirin û dema ku zikê zarokan diêşe an jî rîvikên wan de kurmik çêdibin, bi xwarina Tolikê re vê nexweşiyê derbas dikin. Tolik jî di nîsanê de şîn dibe û di nav mehekê de jî di bere (pîr dibe).

 

Şalê /Gulik:Şalê yan jî bi navê wê yê din Gulik, ev giha yek ji zûtirîn gihayê ku mizgîniya biharê dide. Hema hema ber bi dawîbûna adarê ve Şalê li gelek herêman ji biharê dibêje re merheba. Şalê dişibe gihayê Bosîrê û çend cureyên gîhayên din jî. Ji bo berhevkirina Şalê divê pancarvan hinekî şarezar be. Bi taybetî herêmên ku berojê wê zêde ne ev giha pir zû şîn dibe û pir zû jî di bere. Yek ji gihayên herî zêde li herêmê tên berhevkirine. Gelê herêmê vî gihayî di nav xwarinên weke girar û savarê de bikartîne. Her wiha bi tenê jî tê qelandin. Bi hişkirinê re jî di her demsalekê de tê bikaranîn.

Kundiz:Kundiz li gorî gihayên din temenê wê dirêjtir e. Gelemperî di rojên destpêkê yên biharê de şîn dibe. Her wiha ji ber ku exlebe li cihên çiyayî û asê re şîn dibe, dibe ku navê xwe ji vê derê girtibe. Kundiz berovajî gihayên pancarî yên din, exlebe ji bo xwarina Eprax (îprax, pel û dolmik jî tê gotin) tê bikaranîn.

Karî:Karî yan jî îsota çiyayî. Yek ji gihayên herî balkêş ên herêmê jî Karî ye. Karî gelemperî li her devereke Kurdistanê çêdibe. Bi tehma xwe ya balkêş tê zanîn. Ger ku bi xavî (Bênan an jî nekelandî) bê xwarin, ji bo demekê pir kin jî devê mirovî dizêrhîne û ziman felc dike. Tehma wê ji ya îsotê pir cudatir e. Karî tevî vê taybetmendiya xwe jî yek ji gihayên herî zêde ku raxbeta wê li herêmê heye ye. Karî exlebe li bin tiraşan (daran û darên hişkbûyî) û keviran şîn dibe. Yek ji gihayên herî zêde çinandina wê hêsan e. Di nav gelek cureyên xwarinê de tê bikaranîn. Tê gotin ku Karî jî ji bo gelek nexweşiyan derman e.

Bosîr:Weke navê xwe, gihayê Bosîrê bi tehma xwe hinek dişibe sîrê jî. Her wiha tehmekê wê ya weke pîvazê heye û xwedî bêhneke pir hişk e. Bi destpêka baranên nîsanê re şîn dibe. Bi her awayî tê xwarin. Ger nan hebe, li ku derê bê dîtin bi rehetî mirov dikare bi nan bixwe. Ji bo vekirina îştahê jî gihayeke xweş e. Her wiha di nava dew, torak û gelek xwarinên din de jî tê bikaranîn.

Gulşênî /Guldexwîn: Tevî pincarên li herêmê, bi zimanê gelê herêmê Gulşênî jî yek ji sembola hatina biharê ye. Welatê Gulşêniyê weke Colemêrg tê zanîn. Tekane gule ku ji gelek gulên ku stûyê wan li xwarê ye pêk tê. Ji ber vê yekê ye ku navê xwe ji‘Gula bi şîn’ ku di nav demê de veguheriye ‘Gulşênî’ digire. Pir demên piştre şitlên vê gulê li gelek herêman hatine çandin û gelek bajar jî weke ku gula herêma wan be, hesibandine. Lê Colemêrgê bi taybetmendiya xwe ya avhewa û axê re, weke bihûşta Gulşêniyê tê zanîn. 

Albuma Nûçeyê