CÎHAN

Peyama hevdîtina dîrokî: Pakbûna ji nukleerê

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina dîrokî ya di navbera serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de pêk hat. Di encama hevdîtinê de her du lîderan jî peyamên girîng dan û diyar kirin ku hevpeymanek mohr kirine.

Bi ragihandina mohrkirina peymanê re jî ji bo têkiliya di navbera DYA û Koreya Bakur de ‘serdemeke nû’ hat destnîşankirin. Weke ku tê zanîn DYA û Koreya Bakur ji şerê Koreyê yê di navbera 1950 û 1953’yan de dest pê kir heta niha dijminên hev bûn. Di çarçoveya vê polîtîkaya dijminane de jî tu serokên DYA’yê bi tu awayî bi rêveberên Koreya Bakur re nedan û nestandin.

Soza paqijkirina nukleerî dan

Bi hevdîtina di navbera Trump û Kîm Jong-ûn a li Sîngapûrê, ji bo her du aliyan jî pêngavekî dîrokî pêk hat. Di hevdîtinê de biryarên girîng hatin wergirtin. Her wiha her du welatan jî ji bo paqijkirina nîvgirava Koreyê ya ji nukleerê sonda xebatê dan. Hêjayî gotinê ye ku yek ji girîngtirîn daxwaza Trump ev bû. Li hemberî vê yekê jî Washingtonê soza mayîndekirina aşitiyê û aramiya herêmê da. Bi deqa mohrkirî re, Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo û rayedarekî ji Koreya Bakur ji bo bi berfirehî li ser hevkariya nû biaxivin wê dîsa dest bi muzakereyan bikin.

Jong-ûn: ‘Me rûpelek ji dîrokê girt’

Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn beriya ku deqê mohr bike jî ev tişt anîn ziman: “Ev hevdîtineke dîrokî ye. Ji bo serdema nû, me biryar li ser da ku vê deqê mohr bikin. Me rûpeleke dîrokê girt. Ez malavayî li Trûmp dikim, ji ber ku ev hevdîtin bi rêk xistiye.” Her wiha Trump jî got ku pêvajoya pakkirina ji nukleerê wê pir zû dest pê bike lê ji bo dawîbûna wê nikarin demekî diyar bidin.

DYA dê dawiyê li tetbîqatên leşkerî yên hevpar bîne

Di heman demê de Trump di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew dixwaze di demekê pêkan de biçe Pyongyangê û her wiha di demekê pêkan de jî dê Jong-ûn vexwîne Qesra Spî. Têkildarî soza ji  bo mîsogeriya ewlehiyê daye Koreya Bakur jî Trump daxûyand ku dê kapasîteyên xwe yên leşkerî îro kêm nekin. Di berdewamê de jî Trump wiha got: “Em ê dawiyê li tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên bi Koreya Başûr re, bînin. Ji bo pakbûna ji nukleerê jî pêdivî bi demê heye. Min bihîst ku hinek alî dibêjin dê 15 salan bidome. Lê şaş e ji ber ku dê zûtir bibe. Êdî vegera ji vê nîn e. Dema ku 20 ji 100’î pakbûna ji nukleerê pêk hat êdî veger jê nîn e.”

‘Herkes dikare şer bike lê tenê yên wêrek dikarin aşitiyê bikin’

Di dawiyê de jî Trump ev tişt anîn ziman: “Ez spasiya serokkomarê Çînê, serokkomarê Koreya Başûr û Sîngapûrê dikim. Lîderê Koreya Bakur ji bo gelê xwe dahatuyeke nû dixwaze.  Guherîneke jidil û rûpeleke nû ya di dîroka du welatan de pêkan e. Her kes dikare şer bike lê tenê yên wêrek dikarin aştiyê bikin.”

Albuma Nûçeyê