NÛÇE

Pêşmergeyên Dêrîn: Yek deng û helwest divê

Dem : 13 Tîrmeh 2018 În

Pêşmergeyên Dêrîn têkildarî dagirkeriyê axivîn û diyar kirin ku gelê kurd dê bi yekitiya netewî bersiva êrîşan bide û gotin ku dagirkirina Qendîl tê wateya dagirkirina Silêmanî û Hewlêrê.

Pêşmergeyan anî ziman ku dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê gundên sivîl ên axa Başûr bombebaran dike û wiha gotin: “PKK li nav tu gundên Qendîlê nîn e. PKK li çiyayên Biradostê her roj li dijî leşkerên tirk çalakiyan pêk tînin. Dewleta tirk ji ber li Bradostê bi gerîlayan nikare gundên Qendîlê bomberan dike.” Pêşmergeyan diyar kir ku ji bo dewleta tirk ferqa tu kurdek û parçeyek Kurdistanê tune ye û dan zanîn ku divê hemû kurd li dijî vê dagirkeriyê bibin yekdeng û yekhelwest. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê