POLÎTÎKA

Pêşî qetilkirin niha jî hemû delîlên qetlîamê tune dikin!

Dem : 17 Pûşper 2018 Yekşem

Di 14’ê hezîranê de namzedê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî li Pirsûsa Rihayê bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin. Der barê bûyerê de şahid axivîn û diyar kirin ku bav li nexweşxaneyê bi tupê oksîjenê, kur Celal bi şûşa serûmê qirika wî hatiye jêkirin û kur Adil jî bi çekê hatiye qetilkirin û gotin ku dema bûyerê waliyê Rihayê Abdullah Erîn, qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba li nexweşxaneyê bûne.

Şahidan anîn ziman ku bi fermana wekîlê AKP’ê Yildiz kamarayên li nexweşxaneyê hatine şikandin û da zanîn ku dema serê Esvet Şenyaşar pelçiqandin xwîna wî li dorê belav bûye, lê ser xwînê boyax kirin û jê birine.

Namzedên ciwan ên HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û Abdurrahîm Durmuş bertek nîşanî êrîşa Pirsûsê dan û gotin ku AKP kurdan dike hedef. Namzedan anî ziman ku ji bo HDP’iyan bitirsînin êrîş dikin û da zanîn ku divê kes neyê provakasyonan.

‘Pêşî komkujiyan ronî bikin’

Welatiyên Dêrsimê jî bertek nîşanî daxuyaniya serokwazîrê tirk Bînalî Yildirim a ‘Em destûr nadin careke din bûyerên Dêrsimê dubare bibin’ dan û wiha gotin: “Bûyerên ku di 1937-38’an de li Dêrsimê pêk hatin îro li Pirsûsê dubare dibin. Ewil biçin komkujiyê ronî bikin piştre biaxivin.”

Her wiha HDP’ê têkildarî êrîş û qetlîama li Pirsûsê pêşraporek amade kir û diyar kir ku delîl û îspatên lînckirinê hatine tunekirin. RIHA

Albuma Nûçeyê