ÇAND Û HUNER

Pêşangeha pirtûkan gelan tîne cem hev

Dem : 23 Tîrmeh 2018 Duşem

Sozdar CEMÎL- Mûrada KENDA/ QAMIŞLO

Di pêşengaha pirtûkan a herêma Cizîrê ya bakurê Sûriyeyê ku li Qamişlo hate lidarxistin, gelek nivîskar û wêjevanên ji nêrînên cuda anîn ba hev. Yek ji van jî nivîskar û rojnamevanê misrî û serokê Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî Seyîd Ebdulfetah bû. Ebdulfetah dibêje ku pêşangeh tevî hemû bêderfetiyan jî baş derbas dibe

Bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya bakurê Sûriyeyê duyemîn pêşangeha pirtûkan bi dirûşma “Em bi xwendinê zindî dibin” li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Gelek weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Heydo, weşanxaneya El Tekwîn, weşanxaneya El Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyeyê tev li pêşangehê bûn.

Li ser vexwendina Desteya Çand û Hunerê nivîskar û rojnamevanê misirî û serokê Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî Seyîd Ebdulfetah beşdarî pêşangehê bû.

Ebdulfetah di sala 2014’an de yekem car hat Rojava. Ebdulfeth di wê salê de bi erka rojnamevanî li eniyên şer hat Rojava û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê şopand.

Ebdulfetah behsa serdana xwe ya eniyên berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û rayedarên siyasyî yên Rojava kir û got ku ev şopandina xwe û di pirtûkekê de bi navê “Avantûra rojnamevanekî misirî li dewleta DAIŞ’ê” kom kir û çapa pirtûkê ya yekemîn li Misirê hate derxistin û çapa duyemîn dê bi sponseroya Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê were derxistin.

Ebdullfetah di pirtûka xwe de behsa rola şervanên jin ên kurd di şer de dike û wiha dibêje: “Rola jinên ciwan ên kurd hêjayî rêzdariyê ye. Li Rojhilata Navîn şervanên jin li rex şervanên zilam gelekî lawaz in.”

Ebdulfetah got ku piştî ew bi şervanan re civiyaye û bi taybetî bi şervanên jin re ew hewl dide rastiya wan ji raya giştî ya erebî û Misirê re aşkera bike. Ebdulfettah diyar kir ku çapemenî di ragihandin û têkiliyên bi aliyên din re gelekî lawaz e û rola kurdî di têkoşîn û şikandina hovîtiya DAIŞ’ê de hatiye paşguhkirin. Nivîskar û rojnamevanê misirî Seyîd Ebdilfetah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêşangeha pirtûkan tevî hemû kêmderfetan baş derbas dibe û ji bo sala bê jî hêviyên xwe anîn ziman ku beşdarbûna ji derveyî Sûriyeyê berfirehtir bibe.

Albuma Nûçeyê