ÇAND Û HUNER

Pêşangeha cil û bergên kurdî

Dem : 19 Tebax 2018 Yekşem

Desteya Çand û Huner û Tevgera Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Hunera Waşûkanî ya Serêkaniyê bi boneya Cejna Qurbanê pêşangeha cil û bergên kurdî vekir.

Di pêşangehê de cil û bergên kurdî, wêneyên bi dest hatin xêzrkin, tiştên jinan ên xemilandinê, cilên zarokan û tiştên malxemilandinê yên ku bi destan hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de zarokan cilên ku terzî çêkirine nîşanî gel dan.

Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Gulnaz Derwîş der barê pêşangehê de agahî dan. Gulnaz diyar kir ku armanca wan a ji pêşangehê ew e ku cil û bergên kurdî di nav gel de wek çand û modelekê bin. Gulnaz bal kişand ser ked û xebatên terziyan û wiha got: “Dîsa em dixwazin bidin nîşandan kesên terzî kedek mezin didin heta ku berhemekê çêdikin. Ji bo ku xwedî li keda wan vwedî derkevin, ev 3 meh e hevalên me ji bo vekirina pêşangehê dixebitin û kedeke hêja dan.”

 Gulnaz destnîşan kir di heman demê de ev pêşangeh bi boneya Cejna Qurbanê hat li darxistin. HESEKÊ

Albuma Nûçeyê