ÇAND Û HUNER

Pêşangeh îro bi dawî dibe

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Ji hundir ber bi derve- Xeyal nikare dîl bê girtin’ ya ji aliyê Koma Redfotograd û Ekîba Gorulmuştur ve hatiye amadekirin, li Navenda Hunerê ya Îzmîrê hat vekirin.

Ji koordînatorên organîzasyonê û ji ekîba Redfotograf Sultan Guner û ji rêveberiya Komeleya Amatorên Sînema û Wêneyan a Stenbolê (ÎFSAK) ayten Unal diyar kirin ku pêşangeh dê îro bi dawî bibe.

Sultan Guner diyar kir ku wan dîmenên ji nav jiyanê û yên ku desthilatdarî nabîne kişandine. Guner da zanîn ku girtî gelek tiştên ku kes nabîne dibînin û vedibêjin û got ku dema dest bi projeyê kirine wêne şandine girtîgehan û bi tasvîrkirina wêneyan dest bi xebatê kirine û got pêkanîna xeyalan ne bê derfet e.

Zextên nayên vegotin

Guner di dawiya axaftina xwe de got, piştî projeya yekem şûnde kesên ku xwestine tev li projeyê bibin hejmar derketiye 66’an û piştî OHAL’ê û 15’ê tîrmehê şûnde gelek wênekêş ji ber atmosfera tirsê ji projeyê veqetiyane. Guner her wiha balkişand ser zextên li girtîgehan û got ku ew tiştên dişînin nagihîjin ber destê girtiyan û tiştên ji wan tên jî nagihîjin destê wan.

Ayten Unal ku ew jî yek parêzerên li Çaglayan a Stenbolê ku nobeta edeletê girtiye, yek ji hunermenda wêneyan a projeya duyemîn. Wê jî fîgurên Mustafa Agçakaya yê ku rastî cezayê muebetê hatiye derbasî wêne kirin. Unal got ji bo vî karê wêneyan bidest bixe çûye Fasê. Unal xwest kesên ku tên serdana pêşangehê bila têkildarî pêşangehê fikrên xwe binivîsin. ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê