POLÎTÎKA

Pereyê tirk bû xwelî

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Rohat ARARAT/AMED

Pereyê tirk her roj li hember dolar nirx winda dike û dihele. Der barê mijarê de ekonomîst û parlamenterê HDP’ê Erol Katircioglû axivî û diyar kir ku sermayedarên ku saziyên wan li Tirkiyeyê ne niha di nav panîkê de ne û her wiha daxistina faîzan êdî ne pêkan e

Dewleta tirk di qeyraneke mezin a aboriyê de ye. Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilata AKP/MHP’ê Pereyê Tirk (TL) li hemberî pereyên din pir bêqîmet bû. Duh dolarek bû 6.87 TL, zêrê çaryek bû 415 TL. Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û zavayê wî di heman demê de Wezîrê Maliye û Xezîneyê Berat Albayrak ji bo bihabûna dowîzan daxînin daxuyanî dan. Zava Albayrak bi weşanên zindî û bernameyeke taybet qaşo paketa aboriyê pêşkeş dikir. Lê bi twîtekê serokê DYA’yê Donald Trump dolar derket 6.87 TL’an.

Trumd di twîtterê de got ku navbera wan û Tirkiyeyê baş e û bacên pola û alumînyûmê ku ji Tirkiyeyê tên kirîn hatin zêdekirin. Her wiha Erdogan û Trump bi telefonê têkildarî meseleyên aboriyê axivîn. Ekonomîst û parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Erol Katircioglu anî ziman ku sermayedarên ku saziyên wan li Tirkiyeyê niha di nav panîkekê de ne û ev sermayedar dixwazin derkevin derveyî Tirkiyeyê, dibe ku Tirkiye derketina wan a derve qedexe bike. Katircioglû got ku dewleta tirk li hemberî qeyranê bêçare ye.

Rojane dolarê Amerîkanê li hemberî pereyê Tirkiyeyê rekora xwe nû dike û rê li ber qeyranên nû vedike. Duh serê sibehê dolar 6.20 TL’yî derbas kir û euro jî 7.09 TL’yî derbas kir. Li ser qeyrana aborî û bilindbûna dolar û gotinên Erdogan ên; ‘Dolarên wan hebin, ê me jî gelê me, mafê me û Xwedaya me heye’ekonomîst û parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Erol Katircioglu got ku ev yek bêçaretiyekê dide xuyakirin

Gelek sedemên vê zêdebûna dolar  heye. Rêveberiya DYA biryara danekirinê danî ser Îranê û destnîşan kiribû ku yên bi Îranê re danûstendinê bikin dê danekirinê deyne ser wan jî. Yek ji dewleta herî zêde bi Îranê re danûstendinê dike jî Tirkiye ye. Serokomarê tirk Erdogan û hikumeta wî birîna têkiliyên bi Îranê re neda ber çavên xwe. Dîsa têkiliyên Tirkiye yên bi Rûsyayê re jî DYA’yê aciz dike, ev jî wek sedemek din mirov dikare bigire dest.

Li aliyekî din jî ev 2 sal e Rahîbê Cemaeta Protestan ê Dêra Dîrîlîşê yê DYA’yî Andrew Craig Brunson li Tirkiyeyê girtiye û DYA dixwaze bê berdan. Lê belê Tirkiye wî bernade û di rojên borî de girtibûn hepsa malê û biryaran nederketina derveyî Tirkiyeyê dabû. Qeyrana di navbera Tirkiye û DYA’yê de bi van jî ne sînor e û her wiha DYA’yê di rojên borî de dest danîbû ser mal û hesabên Wezîrên AKP’ê Suleyman Soylu û A.Hamît Gul. Di 3 salên dawî de gelek mînakên qeyrana di navbera Tirkiye û DYA’yê de kûr dikin, hene. Niha li Tirkiye gelek fabrîkeyên mezin îthalata ji derve dan rawestandin û gelek sermayedarên mezin ji Tirkiyeyê pereyên xwe dikişînin derve. Li Tirkiyeyê nebaweriyek mezin heye.

Tirkiye di nav panîkê de ye

Li ser qeyrana aborî û bilindbûna dolar em bi Ekonomîst û Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Erol Katircioglu re axivîn.  Katircioglu diyar kir ku sermayedarên ku saziyên wan li Tirkiyeyê niha di nav panîkekê de ne. Katircioglu da zanîn ku ev sermayedar bi awayekî dixwazin derkevin derveyî Tirkiyeyê, lewre dibe ku dewleta tirk derketina wan a derve qedexe bike û destnîşan kir ku ew sermayedaran hemleyeke ku pereyên xwe bikişînin dane destpêkirin, tiştê xuya dike ev e û ev rewşeke baş nîne.

Gotinên Erdogan eleqeya xwe bi rastiyê nîne

Bi berdewamê de Katircioglu ev tişt anî ziman: “Lê ez fêdê di nerîneke bi vê perspektîfê dibînin; ji ber terzê rêveberiya Tirkiyeyê, peyamên ku dide pir jî pêbawer nîne. Lewra hêzên derve dibêjin hûn gelekî nexweş in, hûn neçarî tedawiyê ne, lê belê desthilatî, serokomar û zavayê wî Albayrak di hewayek din de ne. Erdogan dibêje; ‘Dolarên wan hebin, ê me jî gelê me, mafê me û Xwedaya me heye’bersiveke wiha eleqeya xwe bi rastiyê tune. Li hemberî teşîsa nexweşiyê ya ji bo Tirkiyeyê ev nebersiva ku li bendê ne. Hêzên derve dizanin Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê ne bi serê xwe ye. Herî dawî piştî hilbijartinan Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak kir Wezîrê Xezîneyê ku Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê jî girêdayî vê wezaretê ye, ev yek bêbaweriyek mezin li pêşberî rêveberiya Tirkiyeyê pêşketiye.”

Gotinên wan ji neçariya wan e

Li ser bilindbûna dolar, Erdogan di axaftina xwe ya li Rîzeyê kiribû, gotibû; “Dolarên wan hebin, ê me jî gelê me, mafê me û Xwedayê me heye”, li ser vê gotinê Katircioglu wiha got: “Saziyên heyî xitimîn, girtina pereyan nehêsan e. Îro faîzên krediyê ji sedî 25 derbastir kiriye. Li vir dibînîn ku bi polîtîkaya bilindkirina faîzan xistina kûrê nepêkan e. Heke tu îro faîzan zêde bike, rewaşa ku aborî ketiye qeyranekê dê ev kûrtir bibe. Li cihekî ku kes nikaribe bi faîzên ji sedî 25-30 razemeniyê bike û bilindbûna dolar, axaftinên bi vî rengî bêçaretiyekê dide xuyakirin. Lê belê ji vê seatê şûn ve xistina faîzan pêkan xuya neke. Dibe ku Erdogan beriya hilbijartinê gotibe ‘ez ê faîzê daxînim’ lê konjektora cîhanê ne ya berê ye.”

Bandora danekirineke bi Îranê re

Li ser biryara DYA’yê ya danekirina Îranê, têkiliya bi Tirkiyeyê jî Katircioglu wiha got: “Danekirineke mîna Îranê dema DYA li pêşberî Tirkiyeyê têxê dewrê dê ev qeyranên aboriyê kûrtir bibe. Bêguman bandoreke vê yekê jî heye, ez wiha difikirim. Niha tenê tiştek heye ku Tirkiye bike; bêje em têkiliya xwe bi Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê naynin, dê serbixwe be û çarçoveyek dem kurt a aboriya xwe aşkera bikin.”

Li dijî hikûmetê bêbaweriyeke mezin heye

Li ser bêbawera civakê ya li hemberî Erdogan û desthilatiyê jî Katircioglu wiha got: “Heta ku li Tirkiyeyê hikûmeteke pênebawer hebe, dema ez dibêjim pênebawer tenê li ser saziyên beyanî yên sermayedar nabêjim, li Tirkiyeyê jî di nav xwe de bêbaweriyek mezin heye. Civakeke ku bi dilekî rihet piştgiriyê dide vê desthilatdariyê tune ye. Li encamê hilbijartinê nenêrin, bi mekanîzmeyeke ku ji 16 salan hatiye avakirin desthilatdarî û Erdogan hatiye hilbijartin. zêdetirî nîvê civaka Tirkiyeyê di depresyon û bûnalimê de ye, panîkek mezin heye. Nîviyê din ê civakê jî nizane Tirkiye ber bi kuderê ve diçe. Yanî piraniya civakê ji hikumetê bawer nake. Bifikirin hişmendiyeke ku zavayê xwe kiriye wezîrê xezîneyê heye. Ji ber wê ez ne di wê baweriyê de me ku vê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bikin. Ez vê jî bibêjim derdora Erdogan û desthilatdariyê jî di nav de dê têkevin bin barekî gelekî giran.”

Bedelê vê yekê dê giran be

Katircioglu da zanîn ku rewşa Tirkiyeyê dê ji ya Yewnanistanê girantir be û wiha bi dawî kir: “Bedelê vê yekê dê giran be. Dê Tirkiyeyê bîne rewşeke mîna ya Yewnanistanê? Nizanim. Lê  belê Yewnanistan dewleteke biçûk bû, li gel vê yekê jî demek dirêj ji ber qeyrana aborî bi ser xwe ve nehat. Li Tirkiyeyê dê ev rewş girantir be. Dixwaze vê rewşê bi zextan derbas bikin. Rakirina dermokrasiyê ya refê, bêdengkirina muxalefeta demokratîk vê dide xuyakirin. Kêm zêde hemû nîşaneyê wê jî hene. Ji lewre em di heyameke ku di dîroka Komar Tirkiyeyê de nehatiye jiyîn de derbas dibin. Erdoganê ku ji bo xwe komareke nû ava dike, ev gavên wî dê gelên Tirkiyeyê têxe tengasiyên mezin.”

Albuma Nûçeyê