NÛÇE

Pêngava ‘Serî Hilde’ heta bigihîje armanca xwe dê bidome

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Di 8’ê hezîranê de komek ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Başûr li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin û ev çalakî hê jî didome.

Di çarçoveya çalakiya ciwanan de ji oldaran bigire heta hunermend, saziyên sivîl û partiyên siyasî ji gelek derdoran piştgirî dan ciwanan û çûn serdana wan. Her wiha gel jî ciwan tenê nehiştin.

Ciwanan kon vedan

Ji aliyê din ve hejmarek ji rêxistinên ciwanan a Rojava û bakurê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Mertalên Zindî di 24’ê tîrmehê de xwestin derbasî Başûr bibin lê hêzên PDK’ê destûr nedan ku ciwan derbas bibin. Piştî vê yekê ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de li ber Deriyê Sêmalkayê kon veda û dest bi çalakiyê kir.

Çalakiyên xwe zêde kirine

Têkildarî çalakiyê endamê rêveber a Yekitiya Ciwanên Rojava Qehreman Hebûn axivî. Hebûn destnîşan kir ku pêngava ‘Serî Hilde’ piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, koçberkirina sivîlan û guhertina demografyaya wê, wan çalakiyên xwe zêde kirine û li ser armancên çalakiyê jî ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku em ji cîhanê re û ji gelê kurd re kiryarên neexlaqî yên dewleta tirk ên derheqê sivîlan de û xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dagirkeran re, nîşan bidin. Her wiha heta noqteyek xwîn di laşê me de hebe em ê ji pêngava ‘Serî hilde’ gav şûnde neavêjin.”

Bang li ciwanan kir

Di dawiyê de Hebûn bang li hemû ciwanên şoreşger ên li bakurê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê