NÛÇE

Pêngava dizî û talanê

Dem : 14 Îlon 2018 În

Dewleta tirk û çeteyên wê bi armanca tunekirina dîrok û nasnameyên cuda yên li Efrînê, 16 hezar parçeyên şûnwarên dîrokî dizîn û gelek şûnwarên Efrînê jî hilweşandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemleyeke talan û dizîna şûnwarên Efrînê daye destpêkirin. Dagirkeran gelek parçeyên şûnwaran ên Efrînê derbasî Tirkiyeyê kirin û tunekirina kevneşopiya mirovahî ya li Efrînê armanc dikin. Dewleta tirk heta niha 16 hezar parçeyên şûnwarên dîrokî yên Sûriyeyê dizîn û her wiha gelek şûnwarên Efrînê hilweşandin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi kiryarên xwe yên li Efrînê ji rojevê nakevin, niha jî li Efrînê hemleyeke talan û dizîna şûnwarên dîrokî daye destpêkirin. Dagirkeran gelek parçeyên şûnwaran ên Efrînê ku aydê gelek netew, ol û baweriyan in, derbasî Tirkiyeyê kirin û tunekirina kevneşopiya mirovahî ya li Efrînê armanc dikin.

Gelek deverên dîrokî yên Efrînê di lîsteya UNESCO’yê de cih girtine û bi rêya deveran diyar dibe ku gelek şaristanî li herêma Efrînê hatine avakirin. Lê Tirkiye hewl dide van deveran hilweşîne û şûnwarên wan bidize da ku şaristaniyên li Efrînê neyên piştrastkirin.

Artêşa tirk û çeteyên wê bi hevkariya hin karsazên tirk di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Sûriyeyê li şûnwaran geriyan û bêhtirî 16 hezar parçeyên dîrokî yên şûnwarên Sûriyeyê bi taybetî jî Efrînê dizîn. Li gorî Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzeyên Sûriyeyê Mehmûd Mihemed ji ajansên navneteweyî re ragihand ku ev parçeyên şûnwaran niha di Karîgeriya Şûnwaran a Tirkiyeyê de hatine bicihkirin.

Mihemed da zanîn ku muzeyên navneteweyî jî hin parçeyên şûnwaran ên Sûriyeyê bi rêya bazirganên parçeyên şûnwaran wergirtine .

Di Sûriyeyê de bêhtirî 4 hezar û 500 deverên kevnar di dawiya sedsala borî de hatine dîtin û ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve piraniya van deveran rastî talanê hatine.

Li gorî hevpeymana Lahay a parastina çand û dîrokê di demên şerên çekdar de ku di 14’ê Gulana 1954’an de hatiye îmzekirin, divê milkên çandî bi hemû cureyên wan bên parastin. Her wiha di hevpeymanê de bendeke taybet bi rewşên dagirkeriyê heye û wiha tê gotin: “Aliyên ku beşekî ji axa aliyekî din dagir dikin, divê milkên çandî û kevneşopiya vê devera dagirkirî biparêzin.”

Lê tişta ku li Efrînê rû dide piştrast dike ku artêşa tirk û çeteyên wê vê hevpeymanê paşguh dikin û deverên kevnar û şûnwarên herêmê hildiweşînin û talan dikin. Dewleta tirk bi van kirinên xwe li dijî kevneşopiya çandî ya Efrînê hewl dide nasnameya kurdî û pêra hemû nasnameyên li wir tune bike. EFRÎN

Albuma Nûçeyê