POLÎTÎKA

Partiyên Kurdistanî: Dengê xwe bidin Demîrtaş

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’ ku ji Hereketa Azadî, PAK û PSK û PDK’ê pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên 24’ê hezîranê de ew ê dengên xwe bidin namzedê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Partiyên kurdistanî di daxuyaniya xwe de rexneyê li AKP’ê û serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan digire û diyar dike ku tu ferq û cudahî di navbera partî û endamên ku dibêjin "Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al" tune ye.

Partiyan destnîşan kir k udu tura yekemîn a hilbijartina serokkomariyê de divê tu kurdek dengê xwe nede namzedên tifaqên Cumhur û Milletê.  Daxuyaniyaniya partiyan bi vî rengî dewam kir: “Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin dengên xwe nedin wî Erdoganê ku siyaseta resmî ya înkar û asîmîlasyonê dimeşîne. Loma jî divê gelê me di tura yekemîn de dengên xwe nedin Muharrem Înce, Temel Karamollaoglu û bi taybetî jî nedin Meral Akşener û Dogu Perinçek. Ev helwesta, di tura duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê da ew ê destê kurdan xurtir bike, ew ê bingehê wê yekê çêbike ku kurd bikaribin bibin aktorekî esasî.”

Namzedê me Demîrtaş e

Partiyan di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser neyeksaniya kampanyayê û mexdûrkirina Demirtaş û diyar dikin ku ew di hilbijartinên serokkomariyê de dengê xwe bidin namzedê HDPê Demîrtaş û ev tişt gotin: “Di nava namzedên serokkomariyê da Selahattîn Demîrtaş li nasnameya xwe ya kurdîtiyê xwedî derdikeve. Em vê jî digirin ber çavan. Ji ber van sedeman, li gel hemû şaşî û kêmasiyên heyî jî di hilbijartinên serokkomariyê de em ê dengên xwe bidin Demîrtaş ê hatiye mexdûr kirin.”

Bi hesasiyetên neteweyî tevbigerin

Partiyan diyar kir ku ew di wê bawerîyê de ne ku di hilbijartinên parlamentoyê yên 24’ê hezîranê dw, endam û alîgirên wan dê bi hesasîyetên neteweyî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: “Ger hilbijartina serokkomariyê bimîne tûra duyemîn, em ê berjewendiyên gelê kurd ên neteweyî- demokratîk û pêwîstiyên ji bo pêkanîna azadî, demokrasiyê û edaletê bidin ber çavan; û li gorî sozên ku em ji namzedan bigirin emê hereket bikin. Emê hewil bidin ku li gorî vê perspektîfê bi dor û bereke fireh re biryareke hevbeş bidin.”

 

 

Albuma Nûçeyê