POLÎTÎKA

Partiyên kurd biryara DYA’yê şermezar kir

Dem : 09 Sermawez 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star, TJK-E, PYD Partiya Komunîst a Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda biryara DYA’yê ya der barê sê pêşengên PKK’ê de şermezar kir. Di daxuyaniyê de biryara DYA’yê weke biryareke siyasî û terorîstî hat pênasekirin û bang li DYA’yê hat kirin ku ji vê helwesta xwe vegere

Bertekên li hemberî biryara DYA’yê ya li hemberî sê şoreşgerên kurd Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan berdewam in. Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongreya Star, TJK-E, PYD, Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanî û Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda biryara Amerîkayê şermezar kir.

Di daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star de hat gotin ku hemû cîhan dizane ku dewleta tirk xwediyê DAIŞ, El Qaîde û bi giştî terorê ye û wiha hat gotin: “Her sê pêşengên şoreşeger ên tevgera azadiyê ya gelê kurd, 40 salên xwe ji bo têkoşîn û azadiya mirovahiyê dane. Her sê şoreşger jî pêşêngên gelê kurd in. Tevgera azadiyê, di berxwedan û rizgariya Kobanê û Şengalê de roleke gelekî girîng û dîrokî lîst. Bi hezaran mirov û bi taybetî jî jin ji destê terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi saya van pêşengan li ser pêya ne. Em bang li DYA’yê dikin ku di zûtirin dem de helwesta xwe ya li dijî gelê kurd û nirxên wê berde. Em di serî de bang li hemû jinên kurd dikin ku bênavber çalakiyan pêk bînin.”

Banga tevlêbûna çalakiyê kir

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi qedexekirin, astengkirin, bi tifaqên qirêj , têkoşîna jina kurd û azadiya gelê kurd nayê rawestandin û wiha domand: “Di 20’emîn sala komployê de hêzên navdewletî yên komploger, bi konsepteke nû ya qirkirinê re li ser kar e. Di vê çarçoveyê de polîsên Fransayê di 6’ê mijarê de êrîşî çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ kir û piştre jî qedexe kir. DYA’yê jî bi biryara li dijî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan re bû parçeyek ji berdewamkirina komploya li ser Ocalan. Tu aliyên siyasî, hiqûqî û exlaqî ya vê biryarê nîne. Em ê ji bo şermezarkirina vê, dê di 9’ê mijdarê de li pêşiya seferatxaneya DYA’yê çalakî li dar bixin. Em banga tevlêbûnê li hemû jinên kurd, hemû ciwan û gelan dikin.”

‘PKK’ê di têkbirina DAIŞ’ê de roleke mezin lîst’

Bi heman boneyê Meclisa Giştî ya PYD’ê jî daxuyaniyek da û wiha got: “Di demeke ku pêwîstî bi çareserkirina doza gelê kurd heye û wekî mifteya ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn tê dîtin. Em dibînin ku biryara DYA’yê siyasî ye, ji rastiyê dûr e û tu aliyên wê yên zagonî û civakî nîne. Ev biryar dikeve xizmeta xîtaba nehezkirin û çanda wêrankirinê, dikeve xizmeta piştgiriya Enqereyê ya ku xwediyê rêxistinên terorîst DAIŞ, El Nusra, Huras Eldîn, Tirkistan û hwd. PKK‘ê li Şengalê şerê terorê kir û bi hezaran sivîlên li Hewlêr, Kerkûk û Kobanê parastin. Di têkbirina DAIŞ’ê de jî PKK’ê roleke mezin lîst. Tekez bû ku hebûna PKK’ê, ji bo çareserkirina doza kurdî ya bi adilane ye. Em dibînin ku her biryareke ku PKK’ê dike hedef, tê wateya hedefgirtina gelê kurd û îradeya gelê Kurdistanê.”

‘Helwesta DYA’yê karekî terorîstî ye’

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanî jî daxuyand ku rejîma DYA’yê û yên wekî wê, her dem li dijî pêvajoya aştî û biratiya gelan disekinin û ev tişt ragihand: “Di heman demê de, her dem destekê dide kesayet, partî û pergalên paşverû û otorîter. Ji wan jî sîstema Tirkiyeyê ya dagirker ku bi serkêşiya terorîstê yekemîn Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ya li dijî partiyên aştîxwaz û demokratîk. Helwesta DYA’yê karekî terorîstî ye. Em vê biryarê şermezar dikin.”

Herî dawî jî Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê DYA ji biryara xwe vegere û ji dewleta tirk ku li dijî gelê kurd sûc kiriye, hesab bixwaze.

Albuma Nûçeyê