NÛÇE

Parlamenter name ji Ocalan re şand

Dem : 29 Tebax 2018 Çarşem

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Jeannette Escannîlla ji Ocalan re nameyek şand ku mohra parlamentoyê li ser e. Escanîlla tev li çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Ûppsalayê (NCDK) bû û nameyê radestî yek ji rêveberên NCDK’ê Yekbûl Alp kir ku ji Ocalan re bişînin. Escanilla di nameya xwe de wiha dibêje: “Ji bo ku tu zanibe, bi rêzdariyeke mezin tu nehatî jibîrkirin û bi tenê nînî, ez vê nameyê ji te re dinivîsim. Ez jiyana te û têkoşîna te ya ji bo mafên kurdan bi baldarî dişopînin. Heta ku hemû mirovên li welat dijîn ne azad bin, demokrasî nayê Tirkiyeyê. Heta ku mafên çandî û demokratîk ên Kurdan neyên naskirin, demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji ber ku tu Rêberekî Gelê Kurdî ku rê nîşan didî, ez hurmetê nîşanî te didim û hêvîdar im ku tu yê di demeke nêz de azad bibî. Ji bo ev yek pêk were, em ê jî li vir têbikoşin.”

Her wiha der barê mijarê de Escanilla diyar kir ku gelê kurd bi tenê nîn e û dê her tim bi kurdan re têbikoşe. STOCKHOLM

Albuma Nûçeyê