NÛÇE

Park ji dayikan re qedexe lê ji fuhûşê re serbest e!

Dem : 20 Îlon 2018 Pêncşem

Welatiyên Amedê li dijî dorpêçkirina parka Koşuyoluyê bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan da zanîn ku dewlet ji bo pêşîlêgirtina çalakiya Xizmên Windayan park dorpêç kiriye lê rê li ber fuhûş û tiryaka li parkan vedike

Walîtiya Amedê ji bo pêşîlêgirtina lidarxistina çalakiya Xizmên Windayan a 500’emîn ku dê li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê bihata lidarxistin, ev 3 hefte ye temamiya parkê bi bariyeran dorpêç kiriye. Têkildarî mijarê welatiyên Amedê ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal re axivîn û anî ziman ku dewletê park veguherandiye girtîgeheke nîvvekirî.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Abdullah Guven (68) diyar kir ku ew car bi car ji bo bêhnvedanê tên parkê û wiha domand: “Lê park veguherandine girtîgeheke nîvvekirî. Dayik ji bo ku hestiyên zarokên xwe bibînin li vir çalakiyê li dar dixin. Lê ji bo pêşîlêgirtina vê çalakiyê, park dorpêç kirine. Dema sê ciwan tên ba hev, polîs li wan dorê digirin û nasnameyên wan kontrol dikin. Xwedê vê ji wan re nehêle.”

Dixwazin dengê dayikan qut bikin

Welatiyê bi navê Zekî Akinci jî diyar kir ku piştî mirovan niha jî parkan binçav dikin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî nahêlin em di roja şemiyê de li vir rûnin. Li parkên bajêr fuhûş û tiryak zêde bûye. Dewlet rê li ber vê nagire. Lê belê tenê ji bo ku dayikên ku di salên 90'î de zarokên xwe winda kirin dengê xwe ranegihînin, park dorpêç kirine.”

‘Bêdengî nayê wateya erêkirinê’

Di heman mijarê de Salîh Aslan jî got ku êdî ew xweziya xwe bi 12’ê Îlonê tînin. Ji welatiyên Amedê Sedat Kandemîr (69) jî berteka xwe wiha nîşan dide: “Li tu deverekê cîhanê tiştekî wiha nîne. Hûn diçin kîjan devera Kurdistanê, tenê qedexe hene. Di vî emrê xwe yê 69 salî de cara yekem e dibînim ku park tê girtin. Bi vê yekê re dixwazin kurdan biçewisînin. Ji bo kes piştgiriyê nede Dayikên Şemiyê van bariyeran ranakin. Ji ber nebûna heq û hiqûqê jî tu kes nikare dengê xwe bike. Lê ev nayê wê wateyê ku gel vê qebûl dike.”  AMED

Albuma Nûçeyê